HPG'ê rêya navneteweyî kontrol kir, li Colemêrgê jî 9 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Ebex û Bazîd kontrol kirin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9  leşker hatine kuştin.

HPG'ê rêya navneteweyî kontrol kir, li Colemêrgê jî 9 leşker hatin kuştin
23 tîrmeh, 2018   12:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Agiriyê daxuyanî da. HPG'ê diyar kir ku rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê kontrol kirine û rê li trafîkê girtine. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9  leşker hatine kuştin.

HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî da:

"Li Eyaleta Serhedê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de roja 21'ê Tîrmehê seat 09'an rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazid a Agiriyê kontrol kirin. Di vê çalakiyê de gelek wesayît hatin rawestandin û li ser pêvajoyê hêzên me gel agahdar kirin. Di heman demê de 6 TIR'ên kesên ku bi dijmin re kar dikin ji aliyê hêzên ve hatin şewitandin û 4 TIR bi temamî hatin rûxandin. Demek dirêj artêşa TC a dagirker nekarî mudaxleyî cihê bûyerê bike û rêya navneteweyî li trafîkê hate girtin.

Wesayîtên zirxî yên ji bo mudaxeleyê hatin cihê bûyerê bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de der bli wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî hate xxistin û 2 leşker hatin kuştin. Çeka giran a A4 ku li ser wesayîtê bû hate rûxandin.

Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker derdora seat 12' bi obus û hawanan herêm bombebaran kir û bi desteka balafirên keşfê li herêmê dest bi operasyonê kir. Hêzên me saet 18:30'î wesayîteke zirxî xistin bin kontrola xwe û çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Operasyona li herêmê hê jî didome.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 21'ê Tîrmehê saet 20'an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li ser girê Deriyê Xîz ê herêma Deriyê Cafer a navçeya Gever a Colemêrgê bû çalakiyek li dar xistin. Bi awayekî serketî li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 2 çeper û konekî dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Balafirên şer ê artêşa TC a dagirker roja 22'ê Tîrmehê saet 10'an herêma Şehîd Rustem a herêma Zap a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 13'an jî herêma Stûna ya navçeya Gever a Colemêrgê bombebaran kirin."