Kongre bi nîqaşa rêbaza birêxistinkirina jinan didome

Yekemîn Kongreya Rêxistina Jinan a PYD’ê çalakiyên xwe bi xwendina rêbaza birêxistinkirina jinan di nava PYD'ê de û nîqaşên girêdayî wê didomîne.

Kongre bi nîqaşa rêbaza birêxistinkirina jinan didome
22 tîrmeh, 2018   11:26

QAMIŞLO

Bi dirûşma "Jinên azad mîsogeriya avakirina civaka exlaqî û siyasî ne" îro Yekemîn Kongreya Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin.

Di kongreyê de bi sedan jin û şandeyên Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn. Her wiha şandeya jinan a rêxistina PYD'ê ya Ewropayê beşdarî konferansê bû. Şandeya jinan a başûrê Kurdistanê ji ber rêgirtina Partî Demokratî Kurdistan (PDK) nikaribûn beşdarî kongreyê bibin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso axivî û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Jinên Sûriyeyê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, Yekitiya Jinên Suryanî, Meclisa bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê siyaseta demokratîk û rola jinan de hatin xwendin.

Kogre niha xebatên xwe ji çapemeniyê re girtî didomîne û hate gotin ku rêbazên xebatên birêxistinkirina jinan di nava PYD'ê de tên gotûbêjkirin.

ANHA