Çeteyên Cebhet El-Nûsra deriyê sînor ê Quneytera şewitand

Çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra) deriyê sînor ê Quneytera yê di navbera Colan û axa Sûriyeyê de, berî ku xwe ji herêmê vekişin, şewitand. 

Çeteyên Cebhet El-Nûsra deriyê sînor ê Quneytera şewitand
22 tîrmeh, 2018   11:19

NAVANDA NÛÇEYAN

SkyNewsê ragihand ku çeteyên Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra) deriyê sînor ê Quneytera yê dikeve navbera Colan û erdên Sûriyeyê şewitand.

Çete û sivîlên li bajarê Quneytera yê beramberî Colanê jî dê li gorî hevpeymana Rûsya û opozîsyonê ji herêmê bên derxistin. Di hevpeymanê de li ser xwe teslîmkirina tûgayan beramberî rawestandina şer û radestkirina bendê ku di 2011`an de di destê rêjîmê de bû, careke din vegerin bin serweriya wan.

(ekîb)