800 niştecihkarên Îsraîlê derbasî hewşa Qudsê bû

Îro 800 niştecihkarên Îsraîlê di bin zîrevaniya hêzên Îsraîlê de derbasî hewşa Qudsê bûn da ku nimêja xwe ya telmûdî li hewşa Qudsê bikin.

800 niştecihkarên Îsraîlê derbasî hewşa Qudsê bû
22 tîrmeh, 2018   11:10

XEZA

Çavkaniyên çapemeniyê ji Qudsê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku hejmareke mezin ji niştecihkar, pîr û endamên Kinîsêt a Îsraîlê bi ser hewşa mizgefta pîroz a Qudsê ve çûn û ji aliyê hêzên Îsraîlê ve dihatin parastin da ku rê li pêşiya filistîniyan bigirin û derbasbûna wan neyê qedexekirin. Di vê çarçoveyê de hêzên Îsraîlê zarokekî filistînî ku li hemberî wan ala Filistînê bilind dikir, girt.

Ji aliyekî din ve nûçegihanê ANHA'yê yê Xezayê ragihand ku hikumeta Îsraîlê deriyê sînorê Kerem Ebû Salim li pêşiya bazirganiyê vekir û di heman demê de tevgera Hemas avêtina balonên agir ber bi deverên Îsraîlê yên nêzî Xezayê ve qedexe kir.

Hikumeta Îsraîlê beriya niha deriyê sînor ê Kerem Ebû Salim bi temamî bi biryarekê girtibû û rûbera nêçîra masiyan di deryayê de sînordar kiribû.

ANHA