Li Lîwaî 93 çi pêk hat?

Di sala 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê di baregeha leşkerî ya bi navê "Lîwaî 93" ya navçeya Eyn Îsa de li dijî hêzên rêjîmê komkujî pêk anîn. Di wê rojê de li baregehê çi pêk hat û hejmara rast a kuştiyên rêjîmê çi qas bû? Hêzên Asayîşê duh li herêmê 4 goristanên komî yên leşkerên rêjîmê ku di wê demê de hatin kuştin, dîtin.

Li Lîwaî 93 çi pêk hat?
22 tîrmeh, 2018   11:10

SEMÎRA DADÛ / GIRÊ SPÎ

Asayîşa navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî duh 4 gorên komî li baregeha leşkerî ya Lîwaî 93 dîtin. Gorên hatine dîtin ên leşkerên rêjîma Sûriyeyê ne ku di sala 2014'an de bi destê çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Gorên hatine dîtin li rojavayê navçeya Eyn Îsa ya kantona Girsê Spî ya Bakurê Sûriyeyê ne.

Baregeha 93'an çi ye?

Lîwaya 93'yan yek ji mezintirîn tugayên leşkerî yên rêjîmê di Bakurê Sûriyeyê de bû. Ji aliyê gelek pisporên leşkerî û fermandaran ve di sala 2006'an de hate avakirin, di aliyê rêveberiyê de jî girêdayî Firqeya 17'an a bajarê Reqayê ye.

Lîwa li ser herêmeke berfireh hatiye avakirin û ji gelek tûgayên leşkerî pêk dihat. Beşê çekên giran, panzêr û erebeyên leşkerî, her wiha depoyên cebilxaneyan jî tê de hene. Bi sedan leşerên rêjîma Sûriyeyê tê de diman.

Rêjîmê fermandarên xwe kişandin û leşker hiştin

Li gorî çakaniyên xwedî agahî, di sala 2014'an de hêzên rêjîmê dizanî ku çeteyên DAIŞ'ê berê xwe daye baregeha Lîwaya 93'yan. Bi taybet piştî firqeya 17'an a bajarê Reqayê xist destê xwe. Ji ber vê yekê û beriya ku çeteyên DAIŞ'ê berê xwe bide Lîwaya 93'yan hêzên parastina ezmanî ya rêjîma Sûriyeyê hejmarek helîkopter şandin baregehê, hemû fermandarên mezin rakirin û leşkerên xwe bi tenê di wir de hiştin. Paşê jî baregeh bi çend rojan ket destê çeteyên DAIŞ'ê.

DAIŞ'ê komkujî pêk anî

Çeteyên DAIŞ'ê di wê demê de di gundên bakur ên herêmê de bi pêş ket, bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bajarê Reqa û gundên wê bi dest xistin û gihaştin navçeya Eyn Îsa, ji wan herêman jî baregeha leşkerî ya 93'yan di Tebaxa  sala 2014'an de ket destê çeteyên DAIŞ'ê.

Dema DAIŞ ket Baregeha 93'yan di navbera wan û leşkerên rêjîmê de şerekî dijwar rûda. Şer derdora roj û nîvekê dewam kir. Di encamê de baregeh ket destê çeteyên DAIŞ'ê, di wî şerî de bi dehan kuştiyên her du aliyan çêbûn. DAIŞ'ê li dijî leşkerên rêjîmê ku li gorî hin saziyên çapemeniyê hejmara leşkerên rêjîmê yên di baregehê de bûn, zêdetirî 900 kesî bû, komkujî pêk anî.

Çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên herî qirêjî li ser leşkerên rêjîmê yên ketin destê wan pêk anîn. Li ser wan serjêkirin, gulebarankirin û her wekî din pêk anîn. Di heman demê de hin welatiyên malên wan li nêzî baregehê bûn, bi tawana ku leşkerên rêjîma Sûriyeyê bi cih kirine jî înfaz kirin. Çeteyan her wiha hin  kesên bi tawana ku alîkarî bi dizî dane leşkerên rêjîmê yên di baregehê de asê mane.

360 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

Piştî gorên komî hatin dîtin, hin şahidên bûyerê yên leşkerên rêjîmê di wê demê de defin kirin, ji ajansa me ANHA’yê re axivîn. Ev jî piştî çend rojan bêhn ket cenazeyên wan û bêhn bi ser navçeyê re diçû.

Welatiyê bi navê Hemîd El-Ebid ku yek ji şahidên bûyerê bû, der barê mijarê de ev tişt anî ziman: "Hejmara kuştiyên hêzên rêjîmê di wê demê de gihaşt 360 kesî, ne wekî agahiyên ku hin saziyên çapemiyê gotin ku hejmar 36 e."

Hemîd û hin şêniyên navçeya Eyn Îsa ji tirsa ku cenaze bibin sedema belavbûna nexweşiyan bi şev û bi dizî cenaze defin kirin. Ji ber di wê demê de wlatî ji tirsa çeteyan newêrîbûn aşkera cenazeyan veşêrin. Ji ber tawana wan ji kesên ew pêk dianîn, ew bû ku ew kafir in.

El-Ebid di berdewama axaftina xwe de jî got ku hejmara cenazeyên ku wan definkirin 360 cenaze bûn, ew jî di 4 goristanên komî de hatin definkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di gorekê de 45 kes, di ya duyemîn de jî di navbera 110 û 150 cenazeyan, kuştiyên din jî di gorên din de hatin bicihkirin."

Hêzên QSD'ê di 22'yê Hezîrana 2015'an de navçeya Eyn Îsa û baregeha leşkerî ya 93'yan ji çeteyên DAIŞ rizgar kirin.

Piştî welatiyên herêmê agahî dan ku li herêmê gorên komî hene, Yekîneyên Antîteror berê xwe dan cihên goran û dest bi lêkolînê kirin.

Di nava kuştiyan de nasnameyên 2 fermandarên rêjîmê jî hebûn. Ji bo vê xebatê dê komîteyek taybet were avakirin û dê cenaze di rêya DNA’yê re werin kontrolkirin û radestî malbatên wan werin kirin.

ANHA