Rûhanî Trump hişyar kir!

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, serokê DYA’yê Donald Trump hişyar kir û got şerekî gengaz ê li Îranê dê ji hemû şeran girantir be.

Rûhanî Trump hişyar kir!
22 tîrmeh, 2018   10:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeyeke di çapemeniya Îranê de cih girt, serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî, bang li serokê DYA’yê Donald Trump kir ku dest ji polîtîkayên li dijî Îranê berde.

Rûhanî hişyar kir ku şerekî li Îranê biqewime, dê  ji hemû şeran girantir be.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê Rûhanî li pêşberî dîplomatên Îranê axivî û wiha got: "Birêz Trump, bi teriya şêr nelîze, ev ji poşmaniyan wêdetir bi kêrî tiştekî nayê."

Roja Şemiyê jî lîderî olî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney, nerazîbûn raber kiribû û gotibû piştî ku Trump ji hevpeymana nukleerî ya 2015’an vekişiya, tu nirxê soz û axaftinên DYA’yê nemaye.