′Jinên Sûriyeyê rêya hemû jinên Rojhilata Navîn diyar kir′

Hevseroka PYD’ê Ayişe Hiso got ku jinan di şoreşa Sûriyeyê de rêya rast ji hemû jinên Rojhilata Navîn re diyar kir. Her wiha Ayişe destnîşan kir ku sîstema li Bakurê Sûriyeyê dê bibe mînaka çareseriya aloziya Sûriyeyê.

′Jinên Sûriyeyê rêya hemû jinên Rojhilata Navîn diyar kir′
22 tîrmeh, 2018   09:59

QAMIŞLO

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ayişe Hiso di Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk de ku li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan tê lidarxistin, axivî.

Ayişe Hiso bixêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku ev roj ji bo hemû jinên roleke sereke di guhertina siyaseta Rojhilata Navîn de lîst, dîrokî ye. Ayişe Hiso hemû şehîdên şoreşê mîna Avesta Xabûr ku teslîmkirin red kir û bersiveke tund da dewleta tirk a dagirker ku hewl dide nasnameya jina azad bin pê bike, bi bîr anîn.

Ayişe Hiso diyar kir ku ev meh di dîroka Tevgera Azadiya Gelê Kurd de meheke dîrokî ye, ji 14`êTîrmehê heta 19`ê Tîrmehê ku di wê rojê de şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinan a ku ji bo azadiya xwe têkoşîn kir û mafên xwe yên rawa bi dest xist, tê naskirin.

Ayişe Hiso destnîşan kir ku dewletên desthilatdar dixwazin jinan bikin amûr di destê xwe de û mafên wan binpê bikin û wiha pê de çû: "Şoreşa Rojava û birêxistinkirina jinan hişt ku jin bigihîjin asteke bilind di aliyê siyaset û leşkerî de. Jinan di şoreşa Sûriyeyê de rêya hemû jinên Rojhilata Navîn diyar kir."

Ayişe Hiso tekez kir ku sîstema li Bakurê Sûriyeyê dê bibe mînaka çareseriya aloziya Sûriyeyê û wiha got: "Ji destpêkê ve me gotiye ku bi hevpeyvînê aloziya Sûriyeyê dê çaraser bibe. Hemû civînên mîna Cinev û Astana aloziya Sûriyeyê kûrtir kir."

Di dawiyê de hevseroka PYD`ê Ayişe Hiso bang li hemû jinan kir da ku têkoşîna xwe berdewam bikin.

(bx/ew)

ANHA