Çeteyên Erdogan li Efrînê li ser kar in!

Çeteyên artêşa tirk zêdetirî 297 traktor û derdora 217 erebeyên welatiyên Efrînê dizîn û heta niha jî karê dizîna mal û milkên gelê Efrînê didomînin.

22 tîrmeh, 2018   09:55

EFRÎN

Çeteyên artêşa tirk a dagirker kiryarên xwe yên dizîna mal û milkên welatiyên Efrîn berdewam dikin. Çete tiştên ku didizin derbasî bajarên Ezaz, Bab û Idlibê dikin.

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku çeteyên dewleta tirk a dagirker êrîşî malên welatiyan dikin û bi darê zorê ji xwediyên erebe, motorsiklêt û traktoran dixwazin ku radestî wan bikin. 

Li gorî serjimêriya ku nûçegihanê me gihaştiyê, ji destpêka dagirkirina Efrînê ve çeteyan zêdetirî 297 traktor û derdora  217 erebeyên welatiyên Efrînê dizîne.

Çavkaniyan da zanîn ku dema komên çete, mal û milkên welatiyan didizin, tiştên dizîne derbasî Ezaz, Idlib û Babê dikin.

(ekîb/kc)

ANHA