QSD çeteyên DAIŞ'ê ji beyara Dêrazorê diqewitîne

Tevî bilindbûna pileya germahiyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hemleya Bagera Cizîrê berdewam dikin da ku hebûna çeteyên DAIŞ'ê li giştî rojhilatê çemê Firatê tune bikin û giştî sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de ewle bikin, aramiyê li giştî herêmê vegerînin.

QSD çeteyên DAIŞ'ê ji beyara Dêrazorê diqewitîne
22 tîrmeh, 2018   09:48

EHMED SEMÎR / DÊRAZOR

Qonaxa duyemîn a hemleya Bagera Cizîrê bi rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina deverên rojhilatê çemê Firatê li gundewarên Dêrazorê yên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de mane di roja xwe ya 48'emîn de berdewam dike.

Şervanên QSD'ê bi ser komikên çeteyên DAIŞ'ê yên li beyara rojhilatê Dêrazorê û başûrê bajaroka El-Dişîşa ve diçin û xebatên xwe yên tunekirina DAIŞ'ê didomînin.

Beyara Dêrazorê li başûrê bajarokê El-Dişîşa li nêzî sînorên bi Iraqê re dikeve. Li vir gund û deverên niştecihbûnê kêm in û di demsala havînê de pileya germahiyê gelekî bilind dibe.

Bi armanca parastina giştî herêmê û sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de pêdivî bi rizgarkirina beyarê zêde ye. Li aliyê rojhilatê beyarê bajarokên El-Sor, El-Mergede û her du bîrên petrolê yên Tenek û El-Umer hene.

Ev herêm ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên dubare keti nav rewşeke aloz û di encamê de rizgarkirina beyarê û girêdana bi bajaroka El-Baxoz a stratejîk ve gelekî girîng e.

QSD ji 3 aliyan ve pêşve diçe

Şervanên QSD'ê ji 3 aliyan ve derbasî beyara Dêrazorê dibin. Beşek ji aliyê sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de li ser hesabê çeteyan pêşve diçe û koordîneyê bi hêzên Iraqê re dike. Di beşa duyemîn de şervan ji bajarokê El-Mergede ve pêşve diçin û aliyê sêyemîn jî ji bajarokê El-Sor pêşve diçin û karibû di van rojên borî de bêtirî hezar û 200 km ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bike.

Çeteyan xwest li bajarokê El-Dişîşa û gundên derdora wê li ber xwe bidin, lê di encama fedakariya şervanên QSD'ê de hewldanên çeteyan hatin têkşikandin. Şervanên QSD'ê diyar kir ku sedema sereke ya derengmayîna wan mayin û siwareyên bombekirî yên çeteyan in.

ANHA