Ciwanekî din ji Efrînê bi destê çeteyên dewleta tirk hate kuştin

Artêşa tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebdo Mihemed Tobal ê ji navçeya Cindirêsê yê herêma Efrînê qetil kir.

Ciwanekî din ji Efrînê bi destê çeteyên dewleta tirk hate kuştin
Ciwanekî din ji Efrînê bi destê çeteyên dewleta tirk hate kuştin
22 tîrmeh, 2018   08:03

CEFER CEFO / EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên wekî qetilkirin, revandin û kuştina welatiyan berdewam dike. Balkêş e ku dagirkeriya tirk kesên ku bi wan re dibin alîkar jî direvînin û îşkenceyê li wan dikin.

Li gorî şahidên bûyerê çete mal û milkên gel yên dizînê, bi şevbêrkên serxweşbûnê û avêtina fîşengan heta sibê, li hev parve dikin.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku di demên dawîn de, dagirkeriya tirk hemleyên revandin, îşkencekirin, dizîn, lêdan û kuştinê li ser kesên ku bi wan re dibin alîkar ji endamên ENKS`ê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de, dagirkeriya tirk serokê qaşo meclisa herêmî ya navenda navçeya Cindirêsê revand û îşkence li wî kir, paşê ew vegerandin mala wî.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên ji koma Ceyş El-Şerqiyê ku artêşa tirk a dagirker wek berpirsên komên din ên çete li herêmê dibîne, ciwanê bi navê Ebdo Mihemed Tobal ê ji navçeya Cindirêsê kuşt.

(ekîb)

ANHA