Îsam Elî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye

Gulfiroşê 20 salan Îsam Elî di hewşa mala xwe de 500 hejmar kulîlk û dar çandine, nebûna cih ji xwe re asteng nabîne û dibêje ku xweza rih û jiyana wî geş dike.

Îsam Elî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye
Îsam Elî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye
Îsam Elî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye
Îsam Elî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye
Îsam Elî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye
22 tîrmeh, 2018   05:52

MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Roj bi roj wateya xwezayê winda dibe. Bi pergala kapîtalîzmê cîhan giştî di bin betonê de tê dorpêçkirin. Xwezahiya civakê bi bermahiya fabrîqe, jêkirina daran û qirêjkirina avê dihele ku xweza zirar bibîne û dem bi dem xweza li gorî berjewendiyên kesan tê qetilkirin. Li dijî pergala kapîtalîzmê rihê xwezayê hê jî li ber xwe dide. Îsam Elî jî yek ji alîgirên berxwedana xwezayê ye.

Îsam Elî 42 salî ye û bavê 3 keçan e. Li bajarê Qamişlo li taxa Zeytûniyê dijî. Bi hevjîn û birayê xwe re karê gulfiroşiyê dike. Li dijî hemû astangiyan xwestek û bawerî, hêza wan dihûne. Îsam di 15 saliya xwe de dibihîze ku xweza di xwîna wî de cih girtiye. Di navbera wî û xwezayê de girêdanek diafire û xala zincîrê bi çandina kulîlkan rihan dest pê dike. Hêdî hêdî fêrî çandinî, taybetmendiyên kulîlk û daran dibe û dest bi karê gulfiroşiyê dike. Di destpêka kar de malbata Îsam jê ne bawer bû. Lê hewldana wî hemû bêhêvî şikandin û hişt ku malbat jî bi xwezayê re were girêdan.

Di hewşa xwe de 500 cure kulîlk û daran diçîne

Îsam ji ber tunebûna cih kulîlk û daran di nava mala xwe de diçîne. Tunebûna cih ji xwe re asteng nabîne û çareseriyê jî hewşa mala xwe de dibîne. Îsam li hewşa xwe de nêzî 500 hijmar kulîlk û dar diçîne. Navên hin kulîlk û darên ku diçênin wiha ne; rîhan, kenaf, mistexiyê, xeydokê, dara biçûk a sêva, dara biçûk a hinara, sicadê, gûlên biçûk, zambaq, cegerxwîn, mahkeme, dare tirî û hwd.

Di meha Sibatê de dest bi çandiniya kulîlk û daran dikin. Ji meha Adarê heya Tebaxê di nav kolanan difiroşin.  Ji bo amadekariya sala were jî tov kom dikin.

Bi hevjîn û birayê xwe re karê hevbeş

Bi rihê jiyana hevbeş, Îsam û hevjîna wî Fatma di nav hewşê de kulîlk û daran diçînin, birayê Îsam, Hacî Elî (58) jî li ser erebeya destan kulîlk û daran bi cih dike û kolan kolan digere, wan difiroşe. Îsam diyar dike ku hemû jiyana wan bi hev re tê meşandin û wiha dibeje: “Jixwe xweza di xwîna min de cih digirt. Ji bo berdewama xwedîderketina li xwezayê ez wî karî dikim. Xweza rihê min zindî, jiyana min geş dike.”

Îsam zarokên xwe jî ferî karê xwe dike û diyar dike  ku rihê parastina xweza û hezkirinê di dilê zarokên wî de jî tê çandin.

Gazina Îsam li ser xerabkirina xwezayê heye û wiha lê zêde dike: “Parastina xwezayê nayê kirin, tenê ji bo sembol dar û kulîlk tên kirîn. Ew mijar min pir xemgîn dike. Kesên ku pereyên wan tune bin lê hezkirina wan ji xwazayê re hebe, kulîlk û daran bê pere didimê.”

Ji ber ewlehî û kêmasiya avê 7 salan kar disekine

Beriya Şoreşa Rojava dewleta tirk a dagirker li ser sînorên bajarê Qamişlo gule diavêtin malên welatiyan. Her wiha dewleta tirk av jî li ser gelê Qamişlo qut dikir. Mala Îsam li  taxa Zêytûniyê ser sînor disekine û gelek caran bûye hedefa guleyên leşkerên tirk. Ji ber sedema ewlehiyê û kêmbûna avê, Îsam demekê kar dide sekinandin û diçine gunde Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo. Sekinandina kar wî xemgîn dike û sala çûyî dîsa vedigere ser karê xwe û dest bi çandina kulîlk û daran dike.

Îsam li ser xwezayê wiha dibejê: “Saetên sibehê beriya xwarinê bixwim, kulîlk û daran av didim. Dema ku ez bi xwezayê re mijûl dibim, dar û kulîlkan diçînim, wekî ku jiyanake nû ava dikim. Çawa ez zarokên xwe xwedî dikim, dar û kulîlkan jî xwedî dikim.  Tîbûna kulîlk û daran tîbûna zarokên min e.”

Li dijî talankirina xwezayê derkevin

Îsam got ku xwesteka wî ew e ku hemû mirov xwezayê biparêzin û lê xwedî derkevin û wiha pê de çû: “Kesen karê gulfiroşiyê dikin kêm in. Di demên berê de mirovan xweza diparast û hestên wan jî zindî dibûn. Hewşên gel hemû kulîlk û şînkayî bûn. Lê mixabin niha hemû der bûye beton. Em jî li dijî talankirina xwezayê zedêtir kulîlk û dar biçînin û heya dawiya temenê xwe ez ê karê xwe bidomînim.”

ANHA