Bêrîtan hêviya 33'ê şehîdên "Pirsûsê" pêk anî û berêxwe da Rojava

 33 ê Şehîdên "Pirsûs" tenê ji bo vegerandin kenê zarokan û dîtina axa Rojava û warê berxwedanê Kobanê, rihê xwe diyarî rojava kirin. Bêrîtan yek ji hevala wan şehîdan soz hevalên xwe pêk anî û berê xwe da Rojava.

Bêrîtan hêviya 33'ê şehîdên "Pirsûsê" pêk anî û berêxwe da Rojava
22 tîrmeh, 2018   05:47

HÊVÎDAR HERANÎ / QAMIŞLO

 Şehadet  tiştekî pîroze ku riya şehîdan bê şopandin û hêviyên wan pêk bên. Bêrîtan soza  şehîdên Pirsûsê yên di dîroak 20'ê Tîrmeha 2015' an de ku  bi komkujiyekî şehîd bûn, pêk anî û çîroka rêhevalên xwe ji mere parvekir.

Piştî rizgarkirina Kantona Kobanê di sala 2015'an de,  gel vegeriya malên xwe û di bin xaniyên talankirî de jiyan kirin. Di wê demê de 100 ciwan, pîr û kal ji pêkhateyên cuda yên bakurê Kurdistan ji herêmên cuda İstembol, Îzmîr, Pirsûs,  xwestin ku werin alîkariyê bi  gelê Kobanê  re bikin.

 "Hemû pêkhateyan berêxwedan warê berxwedanê"

Dema  ku 100 hevalên ji bakurê Kurdistan ewqas rêkên dor derbaskirin û gihiştin bajarê Pirsûsê , artêşa Tirk a dagirker  di dîroak 20 ê Tîrmeha 2015'an de komkujiyak pêk anî û nexwest ku ew heval bighêjin Rojava û alîkariya gelê Kobanê nekin, dewleta Tirk wê demê mayînek dinav 100 hevalê xwendevan, Mamoste, Şoreşger, Bav û Dayîkan de teqand û 33 kes şehîd bû.

Yek ji hevalên şehîdên Pirsûsê Bêrîtan Asya  çîroka hevaltiya xwe bi mere parvekir. Bêrîtan di wê rojê de bi hevalên xwe re birîndar bû, lê piştî ku tedawi bû berê xwe da Rojava da ku hêviyên hevalên xwe pêkbîne. Di destpêka axaftina xwe de Bêrîtan got: Ya herî girîng di navbera me de mayî,  ew sozê wan pîkanîn. Bêrîtan da zanîn ku ew û  33 ê hevalên wê dema ji malê xwe derketin, li ser esasê dîtina bajarê berxwedanê Kobanê û ya herî girîng ku  wan zarokên di nava koçberî û şer de mezin bû, ruyê wan biken vegerînin, lê hema çeteyên Tirk nexwest ku piştî talankirina Kobanê ji nûve were avakirin.

"Hêviyên hevalên xwe pêk anîn û axa rojava hemêz kir"

 Erdoxan di wê demê de hin axaftin gotin  û Bêrîtan bersiva Erdoxan da û wiha got:" Eroxan di berxwedanan Kobanê de rojane Çek, tan û Top û Mayîn ji çeteyan re dikirn rê, lê em ji bo wan lêstoan riya hevalên me girit û bi kumkujiyekê di dijî pêk anîn, lê piştî wê me jî bersiva wan da û ez yak ji wan hevalan, min daxwaziya hevalên xwe pêk anî û axa rojava û zarokên  hemêz kir".

 Dema ku ev hevalên Bêrîtan li pêş çavên wê şehîd bû, gelekî bi bandor lêkir, lê tevî  wan êşên hevalan, Tekuşîna xwe li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan kir û riya hevalê xwe zindî kir û ji hevalê xwe yên şehîd re soz da ku piştî şehadeta hevalên wê,  Bêrîtan berê xwe da  Rojava û daxwaziya rêhevalên xwe pêk anî.

" Di çente û destên wan de lêstokên zarokan bûn"

Dema  wan hevalan  berê xwedan warê berxwedanê Kobanê di  dest û  çenteyên li piyê wan de Lîstok, Şerik, Cil û berkên ji bo zaroan habûn, Bêrîtan dibêje ku ew heval gelekî bi mural bûn û hate deqeya dawiyê di jiyana wan de ruyê wan biken û gelekî bihêjan bû, lê hema heta dawiyê dewam nekirin .

"Xeyalên rêhevalên  33 şehîdan heta roja şehatê berdewam bikim"

Bêrîtan da peyîn ku ewê heta şehadeta xwe li pê riya rêhevalên xwe be û hêviya û xeyalên wan li rojava û tevahî Kurdistanê pêk bîne.

ANHA