Rewşa Efrîniyên hatine revandin xirab e

Hate ragihanndin ku çete û leşkerên artêşa tirk a dagirker ji bilî riya otostrad a Til Selor hemû riyên dighêjin taxa jêrîn birîn. Tên gotin ku tenduristiya kesên ji aliyê dagirkeran ve hatine revandin xira be.

Rewşa Efrîniyên hatine revandin xirab e
Rewşa Efrîniyên hatine revandin xirab e
Rewşa Efrîniyên hatine revandin xirab e
Rewşa Efrîniyên hatine revandin xirab e
Rewşa Efrîniyên hatine revandin xirab e
22 tîrmeh, 2018   04:37

SILÊMAN EHMED / EFRÎN

Navçeya Cendirêsê dikeve 20 km rojavayê bajarê Efrînê. Li aliyê bakurê ve navçeya. Ji aliyê rojava jî çiyayên Amanos û Toros ên Bakurê Kurdistanê ne. Bajarê Idlibê dikeve başûrê wê. Li aliyê rojhilat jî bajarê Efrînê ye. Dîroka Cindirêsê ya nû beriya hezar û 750 sal e. Di wê demê de du malbatên bi navê çiqil û El-Çepi li wê derê jiyan dikirin. Paşê gelek malbat hatin û xwe li wê derê bi cih kirin. Hemû malbat li nêzî navena Cendirêsê jiyan dikirin. Ew dever bi navê Cendirêsa kevin an taxa jêrîn dihate naskirin.

Di herêma Cindirês de 6 taxên sereke hene, ji taxa Kevin (Jêrîn) dest pê dike. Li rex taxê jî girê dîrokî yê Cindirêsê heye ku dîroka wê vedigere 500 hezar sal beriya zayînê heye. Di taxa Jêrîn de nêzî 400 malên kevin ku dîroka wan vedigere zêdeyî 200 salî hene, hemû niştecihên wê yên resen (Kurd û Ereb) in.

Artêşa tirk a dagirker ji beriya çend rojan ji bilî riya otostrad Til Selûr hemû riyên dighêjên taxê girtin, her wiha bendên li kolanên wî danên.

Çeteyên girêdayî artêşa tirk li ser nuqteyekê ku bendê xwe danîne welatiyan kontrolê dike, wan dişelîn in û bê suc û sebeb hinan ji wan direvîn in.

Wekî din jî dagirkeriya Tirkiyê beriya demekê bi beldozer û trêksan malên sivîlan xira kirin û bi erdê re kirin yek. Li gorî agahiyên derbarê mijarê de bi dehan malên sivîlan li taxa Jêrîn hatin wêrankirin û tiştên tê de hatin talankirin.

Çavkaniyekî ji taxê diyar kir ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker mezin, biçûk, jin, ciwan û zilaman direvîn in, heta niha jî çarenûsa kesên hatin e revandin nayên zanîn in.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku rewşa tenduristiyê du biryarên bi n avê Mustefa Şêx Heyder ê nexweşiya rebo (bînçikandin) pêre heye û Nîhad Şêx Heyder Celta lê daye xira be û Ebdo Xelîl ku îltîhabat di singa wî de ye ne baş e.

Hate ragihandin ku duh jinên taxê ji bo berdana girtiyan li pêşiya navenda "Qayîmmeqam" a navçeyê xwepêşandan li dar xistin û pankartên " Em heqaretê qebûl nakin, ji zulmê re na, ji aşîtiyê re erê, kanî edalet û em dixwazin girtiyên me serbest bêne berdan" vekiribûn.

(bb)

ANHA