Şehîdên navçeya Amûdê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn

Şehîdên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo yên meha Tîrmehê li ser gorên wan hatin bi bîranîn

Şehîdên navçeya Amûdê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên navçeya Amûdê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên navçeya Amûdê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên navçeya Amûdê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
Şehîdên navçeya Amûdê yên meha Tîrmehê hatin bi bîranîn
22 tîrmeh, 2018   04:56

QAMIŞLO

 Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê 14 şehîdên navçeyê yên ji YPG/YPJ,YCR HPG‘ê yê ku di meha Tîrmehê de li cihên cuda şehîd bûne bi merasîmekê bi bîr anî.

Merasîma bîranînê li goristana Şehîd Îsamîl bi tevlîbûna bi dehan malên şehîdan hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî axivî û hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina şopandina riya wan dûbare kir.

 Zêwer Elî anî ziman ku serkeftinên ku îro li Bakurê Sûriyê hatin bidestxistin berhemên xwîna  şehîdan e.

Endamê TEV- DEM‘ê Mizhir Şêxo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest soza şopandina riya şehîda da.

Malbatên şehîdan çîçek li ser gorên şehîdan danîn.

ANHA