Balafirên dewleta Tirk Amêdiyê bombebaran dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk Geliyê Balinde yê sînorê Amêdiyê bombebaran dikin.

Balafirên dewleta Tirk Amêdiyê bombebaran dike
21 tîrmeh, 2018   13:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Pêş çend deqeyan balafirên şer ên dewleta Tirk Geliyê Baninde yê dikeve navbera herdû bajarokên Nêrwe û Rêkan ên girêdayî qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kirin.

Geliyê Balinde herêmek cihê geştiyariye. Gelek welatî ji herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê diçin wir.

Derbarê encamên bombebaranê de hîna ti agahî nehatine girtin.