Turnuveyeke fotbulê li ser asta bakurê Firatê tê organîzekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê lîstikeke fotbulê di navbera tîma El-Sed a Tebqayê û Tîma El-Şerîf a Minbicê de organîze kir.

Turnuveyeke fotbulê li ser asta bakurê Firatê tê organîzekirin
21 tîrmeh, 2018   14:16

TEPQA

Maç li stada Gaz a navenda bajarê Tebqayê hate lîstin. Bi dehan hezkiriyên herdu tîman temşeya maçê kirin.

Maç ji aliyê saziyên ragihandinê ve hate şopandin.

Endamê Rêveber ê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mihemed El-Nair têkildarî mijarê got, "Ev maç wekî gava destpêk ya amadekariyên turnuveyeke fotbulê li ser asta bakurê Firatê ye. Ji herêm û bajarokê Tebqa, Minbic, Reqa, Kobanê, Eyn Îsa û Girê Spî dê beşdarî turnuveyê bibin."

Di lîstikê de tîma El-Sed bi ser ket.

Tê payîn wê turnuveya Bakurê Firatê di meha Tebaxê de were lidarxistin.

(bx)

ANHA