Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan sibe destpê dike

Komîteya Amadekar a Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan ku bi wesîleya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê tê organezkirin, amadekariyên mîhrecanê bi dawî kir.

Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan sibe destpê dike
Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan sibe destpê dike
20 tîrmeh, 2018   16:16

GIRÊ SPÎ

Duyemîn Mîhrecana Girî Spî ya Çand û Kevneşopiyan sibe li gundê Eyn Erûs ê girêdayî kantona Girê Spî destpê dike.

Komîteya amadekar a mîhrecana îro hemû xebatên amadekirinê bi dawî kir.

Komîteyê cihê mîhrecanê bi wêneyên şehîdên, sembolên Şoreşa Bakurê Sûriyê, alên Saziya Malbatên Şehîdan, QSD,YPG û YPJ'ê xemiland, her wiha alavanê kevin yên kevneşopiyên gelên herêmê li qada mîhrecanê danîn.

Navenda Çand û Humerê ya kantona Girê Spî peykerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peykerê sembola jinê li qadê danîn.

Mîhrecan dê sibe bi bi tevlîbûna şêniyên herêma Firatê destpê bike.

(şx)

ANHA