TŞYG: Şehîdên Pirsûsê pira şoreşa me ya yekbûyî ye

Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (TŞYG) bi boneya 3’emîn salvegera Qetlîama Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî da got: “33 dilên ku li dijî rejîma faşîst û mêtînger rûmet û azadî parastin, berxwedan û têkoşîna hevpar, li Komînên Geziyê mezin kirin û berê xwe dan Kobanê.”

TŞYG: Şehîdên Pirsûsê pira şoreşa me ya yekbûyî ye
20 tîrmeh, 2018   16:49

NAVENDA NÛÇEYAN 

TŞYG bibîr xist ku şehîdên Pirsûsê bûn sembola pêşengên ciwanên şoreşger, cihê xwe di dîroka tevgera ciwanên şoreşger de girt û ev tişt got:

“Şehîdê Pirsûsê yên 33 gulên şoreşa yekbûyî ne, di salvegera 3’emîn de bi rêzdarî bibîr tînin. Soza heta dawî em ê girêdayî rêça wan bin dubare dikin. Bi sirûda ‘Ti hesret û hêviyên wan nîço namînin’ bûye şer û serketina TŞYG. Tevgera Şorşgerî ya Yekbûyî wê rejîma faşîst a dagirker û mêtînger têk bibe, di serî de wê bike diyariya şehîdên Pirsûsê û hemû şehîdên şoreşê.

şehîdên Pirsûsê bûn sembola pêşengên ciwanên şoreşger, cihê xwe di dîroka tevgera ciwanên şoreşger de girtiye. Ciwanên Tirkiyeyî û Kurdistanî ku wê li ser şopa Şehîdên Pirsûsê bimeşin, wê di tevgera me ya şoreşgerî de wê rola pêşengtiyê bigirin.

Şehîdê Pirsûsê mîrasê dîrokî yê didome ye, weke şoreşa yekbûyî ya li ser milê xwe girtî, li ser rêya Kobanê şehîd ketine. Ciwanên Şoreşger ên bi armaca li Kobanê Şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî bigihînin hev, bi serhildana Geziyê re ji bo bi Şoreşa Rojava re bikin yek bi sirûda ‘Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin’ ketin ser rê.

Zarokên Geziyê yên li pişt bendan li dijî dîktatoriya faşîst li ber xwe dane, 33 dilên ku li dijî rejîma faşîst û mêtînger rûmet û azadî parastin, berxwedan û têkoşîna hevpar, li Komînên Geziyê mezin kirin û berê xwe dan Kobanê. Şehîdên Pirsûsê yên li ber bendên Geziyê berê xwe dan Kobanê, ji bo veguhestina şoreşa yekbûyî ya li Tirkiyeyê û Kurdistanê ya siberojê bûye pirekî ku xwegir.

Piştî Pirsûsê bi tevahî 3 salan hikûmeta AKP’ê ya faşîs ji bo xwe bigihîne mirazên xwe, bi terora faşîst, derew û zordestiyê serî li hemû rê û rêbazê da û hê jî dide. Destpêkê berê xwe da Efrînê niha jî daye Başûrê Kurdistanê. Ji bo desthilata xwe bidomîne êrîşên xwe yên dagirker û mêtîngeriyê li ser çiyayên azad ên Kurdistanê berfire hû zêde kiriye.

Di vê pêvajoya ku şer de divê ala Şehîdên Pirsûsê a şoreşa yekbûyî bilind kirî li gel gelê Kurd cih bê girtin. Weke yên li bey pêşengên gelên Tirkiyeyê Mahîran, Îbrahîman, Denîzan berxwedanê bilind kirî; divê gel ala azadî, edalet û wekheviyê bilind bikin.

Weke Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) dibêjin, 33 gulên sor ên li ser hevkariya AKP-DAIŞ’ê hatin qetilkirin, stêrên ku rêya şoreşa me ronî dikin in. Divê di serî de ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî, gelê me ala şehîdên Pirsûsê bi rûmet li ba bike."