Li Bexda xwepêşandan destp kirin

Xwepêşandanên li hember gendelî û nebûna xizmetguzariyê li Iraqê berdewam dikin. Li paytexta Iraq Bexda xwepêşandanên li dijî xizmetguzariyê destpê kirin.

Li Bexda xwepêşandan destp kirin
20 tîrmeh, 2018   15:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine standin îro danê êvarî saet 17:00’an de xwepêşanda li hemberê nebûna xizmetguzariyê û gendeliyê li Bexda destpê kirine. Hat zanîn ku xwepêşandanên li Bexda hêjî berdewam dike.

Xwepêşandan li Besra destpê kiribûn û li gelek bajar û navçeyên din jî destpê kirin. Welatî li hemberî nebûna ceryan, avê û bêkariyê xwepêşandanê dikin.