Bi têlên bafon lîstokan ji bo zarokên kampê çêdike

Di demeke ku rêxistinên mafên zarokan rewşa zarokên Efrînê paşguh dikin de, zarokê bi navê Imru yê ji Efrînê ji bo zarokan li Kampa Berxwedan ku di nav şert û mercên şer ên dijwar de dijîn, ji têlên bafon lîstokan çêdike.

Bi têlên bafon lîstokan ji bo zarokên kampê çêdike
Bi têlên bafon lîstokan ji bo zarokên kampê çêdike
Bi têlên bafon lîstokan ji bo zarokên kampê çêdike
Bi têlên bafon lîstokan ji bo zarokên kampê çêdike
Bi têlên bafon lîstokan ji bo zarokên kampê çêdike
20 tîrmeh, 2018   06:44

CAFER CAFO-ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Zarokê bi navê Imru Îbiş ê 12 salî ji şêniyên navçeya Bilbilê yê girêdayî Efrînê ye. Piştî dagirkirina artêşa tirk û çeteyên wê ji Efrînê re, Îbiş tevî malbata xwe neçar ma ji Efrînê derkeve û berê xwe bide Şehbayê û niha li Kampa Berxwedan dijî.

Imru jî mîna zarokên Sûriyeyê ji zarokatiya xwe bê par ma û di nav şert û mercên şer de dijî. Ruhê zarokatiyê û hezkirina wî ji kesên din re, hişt ku Imru ji bo zarokên kampê lîstokan çêke.

Imru têlên bafon ku li erdê kampê belav bûne, berhev dike û bi wan lîstokan ji zarokên kampê re  bê pere çêdike. Imru dibêje ku ew rojane 5 heta 6 lîstokan çêdike.

Imru ji ajansa me re hestên xwe parve kirin û wiha got: "Em ji zarokatiya xwe mehrûm bûn, niha jî bi pêşerojeke nearam re rû bi rû ne. Tevî malbata xwe em ji taxa Şêxmeqsûd ji ber şer koçber bûn Efrînê û ji Efrînê jî ji ber topbarana artêşa tirk careke din di nav kampan de dijîn û me hemû lîstokên xwe li pey xwe hiştin."

Di berdewama gotinên xwe de Imru got ku ew rojane serê sibehan radibe, têlên ceyranê di nav kampê de kom dike û ji bo ken li ser rûyê zarokan bibîne lîstokan bi têlên ceyranê çêdike. Heta niha Imru zêdetirî 20 lîstok ji bo zarokên kampê çêkirine.

(şx/ew)

ANHA