Lîna Berekat: Divê em xalên ku em li ser li hev bikin, peyda bikin

Lîna Berekat diyar kir ku divê berjewendiyên gel di ser berjewendiyên herêmî û navdewletî re werin girtin û li xalên ku bikarin li ser li hev bikin, peyda bikin. Lîna Berekat her wiha bang li jinan kir ku beşdarî foruma destûra nû ya Sûriyeyê bibin.

Lîna Berekat: Divê em xalên ku em li ser li hev bikin, peyda bikin
20 tîrmeh, 2018   06:31

TEBQA

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat di hevdîtineke taybet li gel Ajansa Nûçeyan a Hawarê de li ser girîngiya lidarxistina Kongreya Sêyemîn a Meclisa Sûriyeya Demokratîk axivî û wiha got: "Li seranserî Sûriyeyê rojane bûyerên nû diqewimin, bi taybet li bakur û başûr. Di demên dawîn de guhertinên xeternak derketin pêş, jê dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve heta guhertina demografyaya herêmê. Lihevkirin û nelihevkirin jî aliyekî girîng ji hevsengiyên siyasî ne, lewre lidarxistina kongreyeke di vê qonaxa dîrokî de pir girîng e."

Lîna Berekat li ser nêrînên Meclisa Sûriya Demokratîk ku di kongreyê de derket pêş û wiha domand: "MSD‘ê nêrîna xwe ya siyasî û mekanîzmaya çareseriya rast ji hêzên siyasî, partî, kesayetên serbixwe yên ku bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dixebitin re destnîşan kir. Di vê merheleya dîrokî û girîng de, divê hewldan were kirin da ku em nêrîna xwe bikin yek û ji bo avakirina sîstemeke demokratîk, pirreng û nenavendî gav biavêjin. Ev sîstem çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye. Em naxwazin rêjîma navendî ya ku bingeha wê yek reng û yek netewe, vegere."

Lîna Berekat têkildarî danûstandinên Sûrî-Sûrî ev nirxandin kir: "Divê em ji bîr nekin ku em sûrî ne, tu cudahî di navbera me de nîn e. Divê em li ser maseya diyalogan rûnên. Di van danûstandinên niştimanî de divê hemû pêkhateyên sûrî tê de beşdar bibin. Her wiha divê berjewendiyên gel di ser bejewendiyên herêmî û navdewletî re werin girtin. Ji bo wê ne dema ku em qala xalên nakok bikin, gerek e em li xalên ku em karibin li ser li hev bikin, bigerin û ji bo çareseriya siyasî ku mafê hemû pêkhateyên misoger bike û wekheviya di navbera jin û zilaman de pêk were kar û xebatê bimeşînin. Her wiha em bi hev re ji parastina ewlehiya herêmên ku bi keda şehîdan hatiye rizgarkirin û destkeftiyên gel kar bikin."

Lîna Berekat di nava axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya derbaskirina paşguhkirina rola jinan di siyasetê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di pêvajoya şoreşê de, jinan di qadên siyasî û doplomasî de rola xwe ya pêşeng diyar kir û nêrîna xwe bi azad anîn ziman û daxwaza mafê xwe kirin, her wiha ji bo projeyên çareserkirina aloziyê pêşkêş kirin."

Lîna Berekat ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Wekî Meclisa Jinên Sûriyê, armanca pêşxistina asta jin di aliyê zanistî, rêxistinî û siyasî ye û piştgiriya hemû jinên Sûriyê li ku derê bin da ku di hemu aliyan de cih bigire."

Berdevka Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêwîst e jin beşdarî foruma destura nû ya Sûriyeyê bibin.

(bb/ew)

ANHA