‘Hêvî dikim xwîna kurê min bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re’

Li Qamişlo merasîma Gerîlayê HPG’ê Salar Xalid (Hemze Tekoşîn) hat li darxisin. Bavê şehîd di merasîmê de axivî û got ku ew hevî dike xwîna Salar bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re.

‘Hêvî dikim xwîna kurê min bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re’
‘Hêvî dikim xwîna kurê min bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re’
‘Hêvî dikim xwîna kurê min bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re’
‘Hêvî dikim xwîna kurê min bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re’
‘Hêvî dikim xwîna kurê min bibe destpêk ji yekîtiya Kurd re’
18 tîrmeh, 2018   17:29

QAMIŞLO

Merasîma Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Salar Xalid (Hemze Tekoşîn) ku bi du hevalên xwe re di 14’ê Tîrmehê de li Zapê di encama  bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayî li Qamişlo hat lidarxisin. Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk hat û bi sedan welatî û endamên YPG/YPJ’ê tevlî merasîmê bûn.

Merasîmê bi torena leşkerî ya ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hat lidarxistin destpê kir. Piştî torena leşkerî, li ser navê YPG/YPJ’ê Amed Qamişlo axivî. Amed diyar kir ku ew şervan Hemze Tekoşîn bi bir tînin û wiha got: “Em soz didin wek rêhevalên wî em ê tekoşîna wî berdewam bikin, heta azadiya xwe bi dest bixin. Em ê heta dawiyê li hemberî xwînxwarî û dagirkeriya dijmin tekoşîn bikin. Em di kesayeta Şehîd Hemze de sonda xwe ya tekoşînê nû dikin.”

‘Bila xwîna Salar bibe destpêka yekîtiya Kurd’

Piştî Amed, Bavê Salar Xalid,  Ehmed Xalid jî got ku ew spasiya gelê ku di merasimê de dike û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ez hêvî dikim ku xwîna Salar bibe destpêkek ji bo yekîtiya gelê Kurd û hemû parçeyên Kurdistanê. Bes ji ez ezeziyê re. Wek nemir Cegerxwîn gotî ‘ezezî, weke tu gur berdî nava pezî’ bese her kes bêje ez ez. Ji van şehîdan şerm bikin. Her çar aliyên Kurdistanê kêlên spî yên şehîdan in.” 

Merasîm bi tîlîliyên dayîkan û çepikan bi dawî bû.

(bm)

ANHA