Artêşa Îsraîlê 850 navendên dengdanê li hundir û derve amade dike

Artêşa Îsraîlê beriya hilbijartinên giştî yên 27‘ê Cotmehê, 850 navendên dengdanê ji bo leşkerên xwe yên li hundir, li Xezeyê, Lubnanê û Sûriyeyê amade dike. Dengdan dê di 20‘ê Cotmehê de dest pê bike.

Artêşa Îsraîlê 850 navendên dengdanê li hundir û derve amade dike
13 cotmeh, 2026   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê beriya hilbijartinên giştî yên 27‘ê Cotmehê, herî kêm 850 navendên dengdanê li baregeh û cihên xwe yên leşkerî yên li hundir,  Xeza, Lubnan û Sûriyeyê amade dike.

Rojnameya ‘‘Times of Israel‘‘ ragihand ku ji ber sedemên muhtemel dê leşker êvara 20‘ê Cotmehê an ku hefteyek berî hilbijartinên giştî dest bi dengdanê bikin û zanîn ku navendên dengdanê dê heta 27‘ê Cotmehê vekirî bimînin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, ji sedî 25 navendên dengdanê dê gerok bûn  da ku tevahî leşkerî, di nav de yên yedek jî karibin li deverên dûr û deverên leşkerî deng bidin.

Rojnameyê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê bi qasî 40 navendên leşkerî li Xezayê, çendek li Lubnanê û 9 li Sûriyeyê veke. Her wiha îşaret pê kir ku dê destûr bê dayîn ku leşker di roja hilbijartinê de li navendên dengdanê yên sivîl deng bidin.

Navendên dengdanê yên gerok dê li gorî bernameyek pêşwext di navbera yekîneyên leşkerî de bigerin û ji hêla efserê çekdar ê berpirsiyarê ewlehiya wan ve werin çavdêrîkirin, lê sindoqên dengdanê dê di dema veguhastinê de girtî bimînin.

(bb)