Ji Şaredariya El-Heşiye hemleya reşandina dermanê mêş û moran

Şaredariya Gel a El-Heşiye dest bi hemleya reşandina dermanên mêş û moran kir. Tê payîn ku hemle derdora mehekê dewam bike.

Ji Şaredariya El-Heşiye hemleya reşandina dermanê mêş û moran
18 tîrmeh, 2018   11:38

GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a bajarokê El-Heşiye û 27 gundên wê, dest bi hemleya reşandina dermanê li dijî mêş û moran kir. Tê payîn ku hemle nêzî mehekê dewam bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Heşiye Himêdî El-Mihemed der barê mijarê de got ku hemleya wan ji bo parastina welatiyan ji nexweşiyan û tunekirina heywanên wekî mar, dûpişk, mêş û morên ku dibin sedema nexweşiyan e.

Ev hemleya ku şaredariya El-Heşiye daye destpêkirin, ji ber belavbûna nexweşiya leşmanî ku di demên dawîn de zêde bûye, pêk hatiye.

ANHA