Li Zanîngeha Rojava salvegera 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin

Zanîngeha Rojava bi minasebeta pîrozkirina 19’ê Tîrmehê roja destpêkirina Şoreşa Rojava şahiyek li dar xist.

Li Zanîngeha Rojava salvegera 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Zanîngeha Rojava salvegera 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Zanîngeha Rojava salvegera 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Zanîngeha Rojava salvegera 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
Li Zanîngeha Rojava salvegera 19’ê Tîrmehê hat pîrozkirin
18 tîrmeh, 2018   10:04

QAMIŞLO

Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi minasebeta pîrozkirina 19’ê Tîrmehê roja destpêkirina Şoreşa Rojava şahiyek li dar xist. Şahî li salona Zanîngehê pêk hat. Rêveber, mamoste û xwendekarên zanîngehê tev li şahiyê bûn. Her wiha wek mêvan hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan, hevseroka Desteya Werzîşê ya Ciwanan Hemrîn Elî, hevserokê Meclisa Zagonsaz Hakem Xelo, rewşenbîr Salihê Heydo û koma muzîkê ya Erka Xweparastinê tev li şahiyê bûn. Şahiyê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

‘Zanîngeha Rojava yek ji destkeftiyên 19’ê Tîrmehê ye’

Piştî rêzgirtinê Ebdulkerîm Saroxan li ser girîngiya rojê axivî. Saroxan diyar ku ku dema ew xwe di nava xwendekarên Zanîngeha Rojava de ku berhemeke Şoreşa Rojava ye, dibînin, pir hestiyar dibin. Saroxan got ku Şoreşa Rojava bi xwe re gelek destkeftî anîn û wiha axivî: “Ji ber ku berdewama Şoreşa 14’ê Tîrmehê, şoreşa berxwedêrên girtîgeha Amedê bû ku bûne bingeha hebûna kurdan. Cudahiya vê şoreşê ji şoreşên din ew e ku şoreşên din xwe spartin destê xelkê, Şoreşa Rojava bi îradeya gel û bi hêza ciwanên gel bi pêş ket. Hiştin ku zarokên wan ji bo jiyaneke azad canê xwe bidin û vê şoreşê karibû di saziyên civakî de xwe bi rêxistin bike, mînaka wê jî saziyên perwerdeyê ne.”

Piştî axaftina Saroxan, Koma Çira şanoya bi navê “Rê” pêşkêş kir, piştî wê koma muzîkê ya Sazkar û herî dawî jî koma muzîkê ya Erka Xweparastinê xwendekar coşandin. Herî dawî jî helbestvan Ferhat Merdê bi helbestên Koban û Dayê temaşevan hestiyar kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.  

ANHA