Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî

Li bajarê Kobanê Yekitiya Ragihandina Azad û hejmarek rojnamevanan rojnamevanê şehîd Mistefa Mihemed di 2`yemîn salvegera şehadeta wî de bi bîr anî.

Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
Yekitiya Ragihandina Azad rojnamevan Mistefa bi bîr anî
18 tîrmeh, 2018   09:45

KOBANÊ

Îro 2`yemîn salvegera şehadeta rojnamevan û nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mihemed ye ku di 18`ê Tîrmeha 2016`an de li bajarê Minbicê şehîd bû.

Bi dehan rêhevalên şehîd Mistefa, malbata wî, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen û malbata nûçegihana ajansa me ANHA`yê şehîd Dilîşan Îbiş berê xwe da Goristana Şehîd Dîjle û li wê derê merasîma bîranînê li dar xist.

Her wiha kesên ku beşdarî merasîma bîranînê bûn wêneyên şehîd Mistefa, şehîd Dilîşan Îbiş û Rizgar Deniz rakirin.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bavê şehîd Mistefa axivî û got ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e. Bavê şehîd got ku her kes rojeke heye dê bimire lê her kes nikare xwe bigihîne asta şehadetê. Di dawiyê de bavê şehîd tekez kir ku kurê wî ji bo azadî û jiyana birûmet canê xwe feda kir.

Her wiha hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Sîpan Can got ku şehîd Mistefa ji bo rastiya gelê kurd li dijî çeteyên DAIŞ`ê ji hemû cîhanê re ragihîne û di oxira wê rastiyê de gihaşt asta şehadetê. Sîpan soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina têkoşînê heta dawiyê da.

Paşê endama YRA`yê Şîlan Mihemed diyar kir ku ev bi şehadeta rojnamevan Mistefa pir xemgîn bûn û ev tişt bi lêv kir: "Şehîd Mistefa bi welatparêziya xwe û hezkirina xwe ji hevalên xwe re dihat naskirin. Ji bo azadiya welatê xwe gelek têkoşîn kir heta ku gihaşt asta şehadetê."

Ji aliyê xwe ve hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen jî destnîşan kir ku gelê herêmê dê bi berxwedana xwe li hemberî dijminên xwe bi ser bikeve. Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi rihê şoreşa azadiyê û bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê li hemberî hemû êrîşên ku li ser gelê me tên kirin li ber xwe bidin. Em ê bi hemû hêza xwe jiyana azad û birûmet ji gelê xwe re pêk bînin."

Merasîma bîranînê bi pêxistina mûman û dirûşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx/ew)

ANHA