Di kongrê de pêşniyara avakirina komîteyên koordînekirinê hate kirin

Di Kongreya Sêyemîn a MSD'ê de pêşniyar hate kirin ku komîteyên xizmetguzarî koordînekirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin avakirin. Ev komîte dê ji aliyê MSD û QSD'ê ve werin birêveberin.

Di kongrê de pêşniyara avakirina komîteyên koordînekirinê hate kirin
16 tîrmeh, 2018   16:17

TEBQA

Kongreya MSD'ê ji çapemeniyê re girtî didome. Piştî xwendina rapora xebatên salekê ya meclîsê û nirxandinên beşdaran li ser xebatan. Pêşiyar hate kirin ku komîteyên xizmetguzarî û koordînekirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî erêkirina rêveberên wan herêman, were avakirin. Ev komîte dê ji aliyê MSD û QSD'ê ve dê werin rêveberin û parastin.

Nûnerên kongre mekanîzmeya komîteyê nîqaş dikin.

Daxuyaniya ku derbarê komîteyên xizmetguzarî û koordînekirinê wiha ye:

"Rêveberiya Xweser bi erêkirina hemû pêkhate û partiyên herêmê ji bo dagirtina valahiya di rêveberî û ewlehiyê de hate avakirin. Rêveberiyê dikarî ewlehiya herêmê ji êrîşên hêzên tarî yên Cebet El-Nusra, Rêxistina DAIŞ'ê û carnan jî yên hêzên rêjîmê biparêze û bi derfetên heyî jî pergala xweparastinê pêş xist. Rizgarkirina Kobanê destpêka şikandina terorê bû, paşê jî QSD'ê hate avakirin û gelek herêm mîna Şedadê, Girê Spî, Minbic, Reqa û Dêrazor a bakurê Çemê Firatê rizgar kirin.

Piştî rizgarkirinê, MSD'ê meclîs û rêveberên herêmî ava kirin. Meclîs erka rêxistinkirin û xizmeta a welatiyan girt ser xwe. Li rexmî ku ev herêmê ji hev dûr in jî, lê bi hev re bûne alîkar û desteka madî û manewî dane hev û li hemberî her cûreyên terorê şer kirin. Her wiha heya astekî jî dikarî zihniyeta paşverû bide guhertin û çanda ku dikete xizmeta siyastê guhert û bixe xizmeta civakê. Li gorî tecbûryên ku rêveberiyan jiyan kirin derket holê ku aktora koordînekirina kar di navbera hemû rêveberan de lewaz bû û ev jî di gelek aliyan de bandoreke li ser jiyana welatiyan dikir.

Ji ber ferqa demê ya avakirina rêveberiyên herêman de pirsgirêk di aliyên rêxistinî de derketin ku di gelek aliyan de bandor li ser jiyana welatiyan kirin. Wekî cudahiya buhayê madeyên sotemeniyê, enerjiya eleketrîkê û hwd. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hevseniyê di navbera rêveberiyan de, pêwîst bi avakirina komîteyên taybet di her aliyan de heye. Koordîne dê li ser rêveberiyan bisekine û di her rêveberiyan de yek destûrî deyne. Her wiha di navbera  meclîsên dadê de mekanîzmeyekê ava bike û koordîneyekê çêbike.

Piştî nîqaşên me yên bi rêveberiyên xweser û yên sivîl ên herêman me dît ku pêwîste ji bo koordînekirina xebatên xizmetguzarî yên di navbera herêman de were dayîn gav were avêtin û mekanîzmeya rêveberî ku di navbera herêman de koordîneyê çêbike were avakirin. Di vê çarçoveyê de, nûnerên hemû rêveberiyan de beşdarî danîne mekanîzemyê bibim. Komîteya amadekar jî dê pêşnûmeya şeklî têkiliyên di navbera MSD`ê û komîteyên koordînekirinê dyene. QSD`ê li gorî rêziknameya ku têkiliyan bi rêxistin dike bi rola parastina ewlehiya herêmên van rêveberiyan rabe, ev rêzikname jî dê ji aliyê meclîsa giştî ya komîteyên koorîneyê ve were erêkirin dê."

Li gorî komîteya Amadekar ya Kongre dê rêzikanemya meclîsê were xwendin û li ser bendên wê nîqaş werin kirin. Her wiha hevserokên nû werin hilbijartin.

ANHA