Tabûra Endezyariyê ya QSD'ê dest bi karê xwe kir

Tabûrê Endizyariyê ya QSD'ê dest bi xebata xwe ya xizmetguzariyê kir. Di vê çarçoveyê de pireke hesin di navbera bajarê Tebqayê û bajaroka El-Cirniyê li gundê Xirbê ava kir.

Tabûra Endezyariyê ya QSD'ê dest bi karê xwe kir
Tabûra Endezyariyê ya QSD'ê dest bi karê xwe kir
Tabûra Endezyariyê ya QSD'ê dest bi karê xwe kir
15 tîrmeh, 2018   15:53

NÛRÎ UMER / TEBQA

Tabûra Endizyariyê ya QSD'ê ku xebatên xizmetguzariyê ye eleqedar dikî dest xebatên xwe kir. Endamên tabûrê ku 20 kes xebata xwe ya yekem pêk anîn.

Tabûr Endizyariyê li bakurê bajarê Tebaqyê ango, li gundê Xirbê yê dikeve navbera bajar û bajaroka El-Cirniyê pireke hesin dirêjahiya 20 mîtîrî ava kir.

Çeteyên DAIŞ'ê di dema ku Tebqayê dagirkiribûn de, li hemberî pêşveçûnên QSD'ê pira gund teqandin.

Fermandarê Tabûra Endizyariyê Zagros Çekdar girêdayî mijarê diyar kir ku projeyên wan bi aramnca xizmeta gel e û hesankirina riya çûn û hatinê ye.

Çekdar anî ziman ku proje bi hevkariya Koalîsoyana Navdewletî pêk hat û destnîşan kir ku koalîsyonê pêwîstiyên pir peyda kir û endamên tabûrê perwerde kiriye.

Zagros Çekdar di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xebatên wan ên sereserkirina piran berdewam e.

Endamên Tabûra Endizyariyê ya QSD'ê 20 rojan perwerde li ser hunera avakirina piran bi rêveberiya endizyaran dîtin.

(bb)

ANHA