'19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir'

Buroya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê bi dirûşmeya "Şoreşa 19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir" semînerek organîze kir.

'19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir'
'19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir'
'19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir'
'19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir'
'19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir'
15 tîrmeh, 2018   18:52

KOBANÊ

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (P.D.K.S) bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, li bajaroka Pêndir a dikeve rojavayê bajarê Kobanê semînereke organîze kir.

Semîner li dibistanekê bi amadebûna bi dehan kesî hate dayîn.

Li cihê semîner lê hate dayîn wêneyên Rêberê Gelê Kurdî Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsênê "Şoreşa 19'ê Tîrmehê asoyeke nû li pêş gelê me vekir" hatin daliqandin.

Semîner ji aliyê endamên Komîteya Navendî ya partiyê Nîhad Ehmed û Mustefa Ebdî ve hate dayîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê, endamê Komîteya Navenedî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Mustefa Ebdî girîngiya roja 19'ê Tîrmehê şîrove kir û got,"Çend roj pêş em salavgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'ê pêşwazî dikin û pîroz dikin. Di wê rojê de çirûska şoreşê ji Kobanê de dest pê kir û li Rojava belav bû bû îlankirina Rêveberiya Xweser bi encam bû."

Ebdî got, " Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû tîrêj û şewqa xwe da jiyanê."

Nîhad Ehmed jî ji aliyê xwe ve anî ziman ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê de gelek gav hatin avêtin û wiha domand," Ew şoreşa ji bo me bû weke lingekî ku em li ser disekinin, 19' ê Tîrmehê bû bingeha rêxistinbûyînê û avakirina civakeke demokratîk."

Di dawiya semînerê de besiva pirsên beşdaran hatin dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku li navçeya Çelepiyê jî bi heman armancê û heman semîner hate dayîn.

(şm-sn)

ANHA