Aloziya Xezayê didome, sivîlek din birîndar bû

Li Xezaya Filistînê, wesayîteke welatiyan bû hedefa balafirên keşfê yên Hêzên Îsraîlê, di encamê de welatiyek sivîl birîndar bû.

Aloziya Xezayê didome, sivîlek din birîndar bû
15 tîrmeh, 2018   14:03

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihandin ku îro di saetên nîvoj de li bakurê Xezayê, balafirên keşkfê yên Îsraîlê wesayîteke welatiyan kir hedefa xwe di encamê de welatiyek sivîl birîndar bû.

Herêma Xezayê ev du roj ji aliyê Hêzên Îsraîlê ve tê topbarankirin, ji ber topbaranê ta niha du zarokan jiyana xwe ji dest dane û sivîleke din jî birîndar bû.

Vê sibehê jî li Xezayê teqînek pêk hat. Di encamê de fermandarê Tabûrê Şuheda El-Eqsa ya girêdayî Hereket El-Fetih Ehmed Hesan (35) û kurê wî Lûey yê 13 salî hatin kuştin, her wiha welatiyeke din jî bi giranî birîndar bû.

(şx)

ANHA