Li Reqayê xebatên sererastkirina toreyên avê bi dawî bûn

Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê projeya sererastkirina toreya avê ya bajêr bi dawî kir. Hate zanîn ku dê sibê av li tevahiya bajar were belavkirin.

Li Reqayê xebatên sererastkirina toreyên avê bi dawî bûn
Li Reqayê xebatên sererastkirina toreyên avê bi dawî bûn
Li Reqayê xebatên sererastkirina toreyên avê bi dawî bûn
15 tîrmeh, 2018   12:41

REQA

Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê kar û xebatên sererastkirina toreyên sereke yên avê bi dawî kirin. Toreyên avê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn xirabkirin.

Ev mehek e ku kar û xebat li ser sererastkirina toreya kolana Basil ku xeta herî dawîn bû, berdewam dikirin. Her wiha 12 boriyên avê jî hatin sererastkirin.

Endamê Komîteya Jinûveavakirinê Ehmed El-Zeyetêr tekez kir ku wan kar û xebatên sererastkirinê li xeta kolana Basil bi dawî kirin. Hate gotin ku dê sibê av ji hemû bajarê Reqayê re were dayîn.

(bx/ew)

ANHA