Şandeyek ji rewşenbîrên Misrê têne Rojava

Şandeyek ji rewşenbîrên Misrê bi armanca ku rewşa herêmê bişopîne û bi taybetî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nêzve nas bike, tê Rojavayê Kurdistanê.

Şandeyek ji rewşenbîrên Misrê têne Rojava
15 tîrmeh, 2018   13:14

NAVND NÛÇEYAN

Şandeya ku ji lêkolîner, nivîskar û rojnamevanan pêk tê hat Başûrê Kurdistanê û îro li Silêmaniyê çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava.

Rêveberên nûnetiyê şande pêşwazî kirin û li ser sîstema Rojava û şoreşê zanyarî dan wan. Dr. Cawidan Hesen li ser navê nûnertiya xweseriyê derbarê sîstema rêveberiya Bakûrê Suriyeyê û şoreşê de agahî dan endamên şandeyê û bi xetên qalind hêmanên pergala şoreşê vegotin.

Endamên şandeyê jî gelekî bi baldarî guhdarî zanyariyên li ser şoreşa Rojava kirin û diyar kirin ku ew dixwazin şoreşê hîn zêdetir ji nêzve nas bikin.

Şandeya Misrê piştî serdanê ber bi Rojava ve derket rê. Şande wê li Rojava wekî mêvan tevlî Kongreya Meclîsa Suriyeya Demokratîk (MSD) ku dê sibe bê lidarxistin bibe.