Sersaxî ji malbata şehîd Şerzan Kurt re hat xwestin

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê sersaxî ji malabata Şerzan Kurt re xwest ku li Colemêrgê şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Şerzan Kurt re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şerzan Kurt re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şerzan Kurt re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şerzan Kurt re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şerzan Kurt re hat xwestin
15 tîrmeh, 2018   12:11

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê berê xwe da gundê Kêçqiran ji bo ku sersaxiyê ji malbata şehîd Reşîd Xelîl (Şerzan Kurt) bixwaze ku di 5’yê Tîrmeha 2018’an de Colemêrgê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji rêveberiya kantona Kobanê Mistefa Îto sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got: “Meha Tîrmehê meheke taybet e. Heval Şerzan û hevrêyên wî xwest ku di vê mehê de gaveke nû biavêjin û ji hemû cîhanê re xwe bidin îspatkirin"

Îto di dawiya axaftina xwe de wiha got. "Pêwîst e em bi şervanên xwe bawer bin, ji ber ku wan hizr û felsefaya Rêber Apo rakiriye."

Her wiha li ser navê rêveberiya Sirînê Hisên Şêx sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got îro bi saya van cangoriyan em li ser vê axê disekinin.

Wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên dilsoziya şehîdan bi dawî bû.

(sn/şm)

ANHA