Ji Efrînê hatin: Jiyan dirindeyeke metirsîdar bû

Malbateke ji bajarê Efrînê ji ber destdirêjiyên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê neçar ma ji Efrînê bireve, diyar kir ku ne pêkan e ew di wan mercan de bijîn û karibûn xwe bigihînin kantona Şehbayê. Malbatê diyar kir ku ew 4 rojan li ser rê mane û gelek bendên kontrolê yên komên çete xerac ji wan standine.

Ji Efrînê hatin: Jiyan dirindeyeke metirsîdar bû
15 tîrmeh, 2018   09:53

TOLÎN HESEN – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Welatiya bi navê E.B. li rex hevser û her du zarokên xwe di dema êrîşa dagirker a artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê de neçar man berê xwe bidin kantona Şehbayê û piştî demekê malbat careke din vegeriya Efrînê da ku rê li pêşiya çeteyan bigirin û nehêlin malên wan werin dizîn. Malbatê karibû xwe bigihîne Efrînê û guman dikirin ku dê jiyana xwe normal li Efrînê berdewam bikin. Lê rewş ne li gorî daxwaza wan bû û nikaribûn tenê mehekê li Efrînê bimînin. Di encamê de careke din neçar man ji Efrînê derkevin û berê xwe careke din dan kantona Şehbayê. Li vir E.B. serpêkhatiya xwe ji ajansa me ANHA'yê re vegot.

'Pereyên me ji me standin'

E.B. girêdayî vegera wan a Efrînê de got ku ew di bendên kontrolê yên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê re derbas dibûn û li hemû bendên kontrolê ew rastî gotinên kirêt dihatin û xerac ji wan distandin da ku derbasî Efrînê bibin û wiha got: "Li bajarê Efrînê çete bi awayekî zêde li her derê belav bûbûn û guhertina demografîk li Efrînê aşkera ye. Nemaze ji ber ku piraniya kesên li Efrînê biyanî ne. Wekî ku em li bajarekî biyanî bûn."

Malbatên ketine malên efrîniyan, jê dernakevin

E.B. destnîşan kir ku welatiyên Efrînê yên ku vedigerin malên xwe rastî pirsgirêka desteserkirina malên xwe tên û malbatên ku komên çete û artêşa tirk li şûna wan bi cih kirine dernakevin û eger ji van malbatan were xwestin ku ji malên efrîniyan derbikevin gefa talan û wêrankirina malan dixwin. Artêşa tirk jî malbatên hatine bicihkirin neçar nake ku derbikevin û tenê daxwaznameyekê ji wan re dişînin ku bila malê vala bikin û piraniya malbatan li gorî daxwaznameyê tevnagerin. Di hin rewşan de dema ku artêşa tirk hewl dide malbatekê derxe, komên çete kom dibin û tevliheviyekê derdixin û guleyan bê ser û ber diavêjin. Di encamê de leşkerên Tirk neçar dimînin ku paşve vegerin.

Piştî rêzeteqînan xof di dilê çeteyan de zêde bûye

Girêdayî rêzeteqînên dema dawî li bajarê Efrînê E.B. diyar kir ku ew li malê rûniştibûn û dengê teqînan li çerxeriya Kawa Hesinkar bihîstin. E.B. got ku ew derketin da ku bizanibin çi rû daye û wan dît ku bermahiyên teqînan bi ezman de dipijiqin û ji wê demê ve tirs û xof di dilê çete û nişteciyan de zêde bûye.

E.B. da zanîn ku piştî van teqînan jiyan bi temamî li bajarê Efrînê hate rawestandin û hemû dikan hatin girtin. Malbatên biyanî ku di bajêr de hatine bicihkirin, derneketin kolanan û hemû komên çete ji kolanan vekişiyan û di navendan de xwe parastin. Hin komên çete jî berê xwe da derdora bajêr.

Ewlehî tune ye û çete hev dikujin

Girêdayî rewşa ewlehiyê di bajêr de E.B. da zanîn ku ewlehî li bajarê Efrînê bi temamî tune ye û wiha anî ziman: "Rewşa li Efrînê weke dirindeyeke metirsîdar e. Çete hevûdu dikujin û tevliheviyê li bajêr derdixînin. Weke mînak di şevekê de saet di 23:00'an de teqînek pêk hat û avahiya ku em tê de bûn hejiya. Ez derketim ser şaneşînê, min dît ku du çete bombeyan davêjin malekê ku tabûreke din a çeteyan tê de bû."

Di şahiya serkeftina Erdogan de welatî şehîd bûn

Der barê rewşa bêaramî û tunebûna ewlehiyê û destdirêjiyên çeteyan de E.B. diyar kir ku piştî encamên hilbijartinên Tirkiyeyê aşkera bûn û serkeftina Erdogan hate ragihandin, çeteyan li bajarê Efrînê şahî li dar xistin û bê ser û ber gule barandin. Çeteyan bi tankan jî gule diavêtin û ti carî ewlehiya welatiyan di berçavan re derbas nakin. E.B. got ku di encama gulebaranê de hin welatî şehîd bûn û bêtirî 25 welatiyên din birîndar bûn. E.B. da zanîn ku çeteyan ji welatiyan xwestin ku cenazeyên xwe bê merasîm binax bikin.

Welatiyan direvînin û çarenûsa wan ne diyar e

Girêdayî destdirêjiyên komên çete E.B. ragihand ku artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi zanebûn tirs û xofê di nava welatiyên Efrînê de diçînin û rojane bi ser malên efrîniyan de tên û di bin hincetên cuda de welatiyan direvînin. E.B. got ku gelek jin û zarok û temen mezin jî hatine revandin û çarenûsa piraniya wan hê jî nehatiye zanîn.

Êdî me tehemulî rewşa li Efrînê nekir

E.B. di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber destdirêjiyên rojane yên leşkerên tirk û çeteyên girêdayî wan êdî nema ew dikarin rewşa li Efrînê tehemul bikin û careke din neçar man vegerin kantona Şehbayê û wiha got: "Em 4 rojan li ser pêyan dihatin. Me xwe li çol û çiyayên Efrînê da û em gihaştin Şehbayê."

E.B. wiha dawî li axaftina xwe anî: "Eger rêya Şehbayê ji welatiyên Efrînê re vekirî be tenê welatiyekî Efrînê li wir namîne."

ANHA