Razemenîkirina parkên Dêrikê, gaveke erênî ye yan neyînî?

Şaredariya Gel a Dêrikê ya herêma Cizîrê bi hevkariya hin sermiyandarên bajêr dest bi razemenîkirina hejmareke parkên giştî yên bajêr kir û park li pêşiya welatiyan vekirin.

15 tîrmeh, 2018   08:13

QAMIŞLO / AMARA CÛDÎ – ÎSAM EBDULLAH

Di van demên dawîn de diyardeya razemenîkirina parkên giştî yên bajarê Dêrikê derket û li hemberî vê mijarê hin helwestên dijberiya razemenîkirina parkên giştî derketin û diyar kirin ku razemenîkirina parkan ji aliyê sermayedaran ve ji bo xizanan pirsgirêkek e û kesên xizan nikarin serdana parkan bikin. Hin kesên din jî ev gav erênî dîtin û got ku dê bibe sedema pêşxistina parkan, nemaze li gel kêmderfetên Şaredariya Gel a Dêrikê yên vejandina van parkên giştî.

Di bajarê Dêrikê de 17 parkên giştî hene û di van salên aloziya Sûriyeyê de hatine paşguhkirin. Di encamê de ji bo serdana welatiyan ne guncaw in, nemaze ji ber ku Şaredariya Gel nikare van hemû parkan vejîne.

Îsal Şaredariya Gel bi hevkariya hin sermiyandarên bajêr hejmareke parkên giştî razemenî kirin û sermiyandaran girêdest bi Şaredariya Gel re îmze kir da ku van parkan ji nû ve vejînin û li pêşiya welatiyan vekin.

Li gorî mercên girêdesta di navbera şaredarî û razemenîkaran de, divê razemenîkar van parkan paqij bikin û li pêşiya welatiyan belaş û bê pere vekin û li hemberî wê razemenîkar dikarin maseyan di parkan de bi cih bikin û li ser van maseyan vexwarinên sar û germ û xwarinan bifiroşin.

Parkên giştî ne yan xwaringeh in?

Hin ji van razemenîkaran parkên giştî veguherandin xwaringehan û tê de xwarinên cuda û vexwarinên bialkol difiroşin ku derveyî mercên girêdesta di navbera şaredarî û razemenîkaran de ye.

Razemenîkirina parkan bi vê rêbazê hişt ku gelek welatî tengezar bibin û diyar kir ku parkên bajêr veguherîne xwaringehan û êdî tenê dewlemend dikarin serdana van parkan bikin û kesên bi derhatinên sînordar û xizan nikarin serdana van parkan bikin.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Osman Mihemed diyar kir ku êdî li bajarê Dêrikê parkên giştî tune ne û hemû park veguherîn xwaringeh û kafeteryayên taybet, malbatên xizan nikarin serdana parkan bikin û wiha got: "Wek mînak; parka Vejîn veguherî xwaringehekê û tê de hemû xwarin û vexwarin tên firotin."

Razemenîkarê parka Vejîn ê bi navê Hogir Elî ji ajansa me ANHA'yê re axivî û got ku ev 3 sal e wî park ji Şaredariya Gel razemenî kiriye û ji wê demê ve xebatên xwe yên paqijkirin û sererastkirina parkê dide meşandin. Razemenîkar diyar kir ku di paqijkirin û sererastkirina parkê de 13 milyon lîrayên Sûriyeyê lêçûn çûye û da zanîn ku wî saloneke zivistanê ava kiriye.

ANHA