Çeteyên tirk 7 ciwan ji gundê Aysko yê Efrînê revandin

Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker 7 ciwanên gundê Aysko yê girêdayî navçeya Şêrawa revandin. Çavkaniyekî ji gund da zanîn ku kesên hatine revandin li ser destê çeteyan tên îşkencekirin.  

Çeteyên tirk 7 ciwan ji gundê Aysko yê Efrînê revandin
15 tîrmeh, 2018   08:03

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Aysko yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re  ragihand ku çeteyên bi navê Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa tirk a dagirker 7 ciwanên gundê Aysko revandin. Navê ciwanên hatine revandin wiha ne: Omer Îbo 25 salî, Hesen Bazo 19 salî, Mihemed Hesen Ibrahîm 23 salî, Welîd Heyder Ilkilo 38 salî, Omer Cuma Eloko 30 salî, Omer Nazo 31 salî û Ebdo Xoce 35 salî.   

Heman çavkanî da zanîn ku kesên hatine revandin, çeteyan ew birin cihê çêlekan ê li  bakurê gund û îşkenceyê lê dikin.

(ekîb)

ANHA