Komînek nû li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin

Şêniyên taxa Xerbî ya Şêxmeqsûd a Helebê bi hejmarek zêde vedigerin taxê, ji ber vegera zêde ya welatiyan komînek nû li taxê bi navê şehîd Riyad El-Erneb hate avakirin.

Komînek nû li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin
Komînek nû li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin
Komînek nû li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin
Komînek nû li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin
Komînek nû li taxa Şêxmeqsûd hate avakirin
14 tîrmeh, 2018   18:59

HELEB

Piştî aramiya herêmê gelek şênî vegeriyan taxa Şêxmeqsûd û hejmara niştecihên taxê zêde bûn. Bi armanca avakirina komînek nû ji taxa Xerbî re civîn ji şêniyan re hate li dar xistin.

Bi sedan şênî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Sebrî Efrîn axivî û girîngî û mebesta komînan anî ziman û wiha got: "Ji ber vegera şêniyan ji taxê re û zêde bûna hejmara wan pêwîstî bi avakirina komînek nû nû li taxê hebû."

Sebrî Efrîn diyar kir ku ji bo pêşkeşkirina xizmetê ji şêniyan re û ji bo xurtkirina rêvebirina û rêxistinkirina komînê, hevserokên komîn û endamên wê bi riya hilbijartinên azad dê werin hilbijartin.

Di civînê de her wiha deriyê hilbijartinê ji bo hilbijartina hevserokên komîna şehîd Riyad El-Erneb ji beşdaran re hat vekirin.

Şêniyan Husam Reşîd û Elîfe Nezîr weke hevserokên komînê hilbijartin û endamên komîteyên (lihevanînê, perwerde, aborî, xizmetguzariyê, parastin û tendrûstiyê) hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA