Nasnameyên 28 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin

Di salvegera Berxwedana 14'ê Tîrmehê de Meclîsa Malbatên Şehîdan li Şehbayê nasnameyên 28 şehîdaên Berxwedana Serdemê eşkere kirin.

14 tîrmeh, 2018   18:29

ŞEHBA

Meclîsa Malbatên Şehîdan îro li Kampa Serdem a li gundê Til Sûsîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehba ya herêma Efrînê merasîmek lidar xist. Di merasîmê de nasnameya 28 şervanên YPG/YPJ'ê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, eşkere kir.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî û di destpêka axaftina xwe de şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê yên di girtîgeha Amedê de şehîd bûn bibîr anî û ev tişt anî ziman: "Şehîdên me xwediyên maf û hêviyê ne, ew ê ji gelê me azadî û aramiyê pêk bînin. Em îro jî Berxwedana Serdemê jiyan dikin. Berxwedan di qonaxa xwe ya duyemîn de li dijî Artêşa Tirk û çeteyên wê tê meşandin. Em hêza xwe ji wefedariya bi şehîdên xwe re digrin."

Di merasîmê de her wiha Hevseroka Meclîsa Fedraliya Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif axivî û ev tişt anî ziman: "Berxwedana û tekoşîn sîfetên bingehîn ên gelê kurd e. Dijminê me ji hêza me ditirse û her dem dixwaze îradeya me bişkîne.  Lê em ê heta dawî li ber xwe bidin û parastin nirxên xwe bikin da ku em bighêjin azadiya xwe."

Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê berxwedana xwe bi rihê berxwedana şehîdên zindana Amedê dewam bikin û ev tişt got: "Em soz didin gelê xwe û Rêberê xwe ku em ê li ser xeta şehîdên xwe heta serkeftinê bimeş in."

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û wesîqeyên wan radestî malbatan hatin kirin.

Merasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA