'Piştî ewqas zehmetî me teror tune kir'

Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Reqayê, piştî ewqas tehdîd, lê gelek astengî derbaskirin û terror bi hemû cûreyên wê tune kirin.

'Piştî ewqas zehmetî me teror tune kir'
14 tîrmeh, 2018   15:44

GIRÊ SPÎ

Ev gotinên Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundrîn a bajarê Reqayê di merasîma bi dawîbûna dewreya şehîd Xalid El-Hemûd a endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên xwe berfireh dike

Merasîma dewreya 25'emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, îro bi tevlîbûna 230 endaman pêk hat.

Dewre, bi navê şehîd Xalid Hemûd li Akademiya şehîd Idrîs a navçeya Eyn Îsa  ya Kantona Girê Spî hate lidarxistin.

Dewre 10 rojan dom kir. Endaman  li ser waneyên bîrdozî û leşkerî hatin perwerdekirin.

'Me hemû astengî derbas kirin û me terror tune kir'

Di merasîmê de Rêvberê Ewlekariya Hundirîn a bajarê Tebqayê Îmad Hisên û Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Xelye Hemûd axivîn û pesna xebatên parastina sivîlan ku di bin eqas tehdîdên ku ewlehiya herêmê ji cih dibe, kirin.

Herdû rêveberan wiha li gotinên xwe zêde kirin û gotin: "Me di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de piştî ewqa sal gelek astengî û zehmetî derbaskirin û me terror bi hemû şêweyên wê ji herêmê tune kir."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 6'ê Hizîrana borî de gelek şaneyên terorê tune kir. Di dîroka 22'ê Hizîrana borî de jî piştî ragihandina rewşa awarte ji bo 5 rojan gele şaneyên terorê bin çav kirin û her wiha gelek cebilxane desteser kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du bajaran soza parastina aramiya herêm û sivîlan ji hemû tehdîdan dubare kirin.

Piştî bi dawîbûna axaftinan endaman sod xwarin, paşê merasîm bi turenek leşkerî bi dawî bû.

Şehîd Xalid El-Hemûd yê ku dewre navê wî girtiye, ji şêniyên Reqayê ye û endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr bû (beşa endezeya mayînan) û dema bi erka xwe radibû li bajarokê El-Sehlebiyê yê gundewarên Reqayê di 9'ê Hezîrana derbasbûyî de şehîd bibû.

(şx)

ANHA