Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa dînemoya ku avê dide kampê temîr kir. Bi vê yekê 50 ji sedî pirsgirêka kêmbûna avê di kampê de çareser kir.

Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
Pirsgirêka avê li kampa Eyn Îsa ber bi çareseriyê ve diçe
14 tîrmeh, 2018   14:30

GIRÊ SPÎ

Di demên dawî de pirsgirêka kambûna avê li kampa Eyn Îsa zêde bû. Ev yek jî ji ber rêxistinên ku pirojeya avê ji koçberan re pêşkêş dikin bi behaneya ku avê bertelef diçe karê xwe kêm kirin, pêk hat. Ev bi demsala havînê re ku pêwîstî bi avê zêde ye, zêde bû.

Rêveberiya Kampê bi armanca pêkanîna pêdiviyên welatiyên koçber, dest bi xebatên temîrkirina dînemoya ku avê dide depoyên kampê, kir. Depo jî avê dide piraniya kampê. Depoya binerd a kampê derdora 2 hezar û 800 bermîl av depo dike, ji wê jî av li hemû beşên kampê tê belavkirin.

Dînemoya ku hate temîrkirin, her roj saet di 08.00'an de tê xebitandin û heta saet 22.00'an dimîne, bi vê yekê jî av dighêje piraniya koçberan.

Koçberan spasiya rêveberiya kampa Eyn Îsa kirin û gotin ku bi vê gava wan a temîrkirina dînemoyê zehmetiya koçberan hinekî sivik bû.

Endamê Rêveber ê Komîteya Kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf derbarê mijarê got ku wan dînemo temîr kir û da zanîn bi vê yekê kêşeya avê ya 50 ji sedî koçberan hate çareserkirin.

El-Eyaf da zanîn ku para her koçberekî niha gihiştiye di navbera 30 û 40 litir av de, beriya temîrkirina dînemo tenê 15 litir av digha her koçberekî.

ANHA