Rêveberiya Xweser 2 eşîrên Kobanê lihev anîn

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê eşîreyên Bêcan û Şedadî yên ev sê meh ji ber pevçûnê di navbera wan de nakokî hebû, lihev anîn.

Rêveberiya Xweser 2 eşîrên Kobanê lihev anîn
14 tîrmeh, 2018   14:13

KOBANÊ

Herdû eşîrên Bêcan û Şedadî yên Kobanê di merasîma lihevanînê de lihev kirin ku nakokî tenê di navbera herdû malên xwediyê nakokiyê de bimîne. Male ji gundê Qereqoy a rojavayê Kobanê û ye din ji gundê Qeremox a rojhilatê Kobanê ye. Ev biryar di civînê de hate standin.

Civîna lihevanînê bi beşdarbûna rûspiyên Kobanê, endam û rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê li avahiya Rêveberiyê hate lidarxistin. Di civînê de beşdaran lihev kirin ku nakokiyên heyî ku li ser kuştin, tolhildanê û herwekî din de divê di çarçoveya herdû malan de pêk were û di hemû eşîrê de fireh nebe. Hemû aliyan lihev kirin ku ev biryar êdî bikeve meriyetê.

Di nakokiya di navbera herdû eşîran de pêk hat de kesek ji malbata ji gundê Qeremox sê meh berê di encama pevçnekê de li Stenbolê hate kuştin.

Hevserokên MSD'ê Ilham Ehmed û Riyad Derara, Hevserokên Meclsa Rêveber a Kobanê Bêrîvan Hesen û Enwer Muslim, hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêî û Mustefa Îto jî beşdarî merasîma lihevanînê bûn. Di heman demê de Endamên Komîteya Lihevanînê ya Bilind li Herêma Firatê û Hevserokê Desteya Edaletê ya Kobanê Bekir Cerade jî beşdar bûn.

Hevserokê MSD'ê Ilham Ehmed û Riyad Derar diyar kirin ku pêwsîte hemû gelê herêmê ewlekariya civakî biparêz in û nakokiyên di n avbera xwe de bidin alî û hemû bi yek destî li dijî dijminan liber xwe bidin.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kobanê Enwer Muslim jî axivî û got ku lihevanîna di navbera herdû eşîran de gavek pîroz a ber bi avakirina civaka demokratîk û azad e.

Di merasîma lihevanînê de Endamê Dîwana Edaletê yê navçeya Şêranê Mehmûd Ismîl jî axivî û di serî de Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya sala 1982'an bibîr anîn û da zanîn ku pêwîste hemû kes riya şehîdan bişopîne da ku civak bighêje riya ewlekarî û aramiyê.

Di dawiya civînê de Endamê Komîteya lihevanînê Bozan Muxtar daxuyanî bi navê herdû eşîran xwend û tekez kir ku tu têkiliya endamên herdû eşrîreyan bi pirsgirêkê nîne û tekez kirin ku nakokiya di navbera herdû malbatan de (Malbata Mustefa Imam Mehmûd û Malbata Ebdulqadir Seyîd Ehmed ku hîn jî li Tirkyiyê ne, bimîne.

Piştî axaftinê endamên herdû eşîreyan dest dan heva û lihevanîn pêk hat.

(dc)

ANHA