Sed ciwan tevlî QSD'ê bûn

Akademiya Şehîd Qendîl Selhebiye dewreya perwedeyê bi beşdarbûna 100 şervanên nû yên QSD'ê bi navê dewreya Reefet Reqa dest pê kir.

Sed ciwan tevlî QSD'ê bûn
14 tîrmeh, 2018   14:45

TEBQA

Dewereya Şehîd Reefet Reqa bi merasîmekê li bakuêr bajarê Tebqa hate destpêkirin. Dewre bi beşdarbûna şervanên 2 focên leşkerî ku ji her focekê 50 şervan tevlî bûne, hate destpêkirin.  Di dewreyê de dê dersên fikirî û leşkerî ji şervanan re were dayîn, dewree dê 45 rojan dewam bike.

Hevserokê Desteya Parastinê yê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mihemed Xalid û fermandarên QSD'ê yên herêma Tebqa, her wiha hevserokên komîteyên meclîsa rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa û Rêveberên MEclîsa Jinan a herêma Tebqayê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîma vekirina dewreyê ji aliyê şervanan ve bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. paşê li ser navê Meclîsa Jinan a Tebqayê Fatma Hisên axivî. Di axaftinan xwe de dewre li hemû şervanan û şêniyên herêmê pîroz kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku bi saya tekoşîna şehîdan û şervanên QSD'ê destkeftî hatine bidestxistin.

Di berdewama merasîmê de Hevserokê Komîteya Parastinê yê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Mihemed Xalid axivî û got ku pêwîste di rewşa Sûriyê ya heyî de avakirina hêzên leşkerî ji bo parastinê pêwîstiyeke û got ku şêniyên herêmê dikarin parastina xwe bikin û herêmên xwe birêve bibin.

Paşê sed şervanên ku beşdarî dewreyê bibûn soza leşkerî dan. Di dawiya merasîmê de beşdaran xelekên govendê gerandin. Şehîd Refet Reqa di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû.

Ev dewreya duyemîn di vê sale de li herêmê tê vekirin.

ANHA