Du çalakvanên Iraqê hatin kuştin

Di çalakiyên gel ên li Başûrê Iraqê de pêk hatin û şevê din gihiştin parêzgeha El-Bisêra de 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Du çalakvanên Iraqê hatin kuştin
14 tîrmeh, 2018   13:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara kesên tevlî çalakiyên gel ên Iraqê bûn derket 3 kesan. Ev hejmar piştî ku li bajarê El-Emara ya parêzgeha Mesysan a Başûrê Iraqê 2 çalakvanên birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan, pêk hat. Ne hate zanîn gule ji kur li çalakvanan hate reşandin.

Saziyên çapemeniyê yên Iraqî diyar kirin ku meşek girseyî li ber bargehên partiyên li Meysan derketin, meşvanan agir berdan hin navendan, ji navendên hatin şewitandin, navenda partiya El-Dewa ya serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî jî heye.