Hikumeta Iraqê bi ser xwepêşanderan de diçe

Meclisa Wezareta Ewlehiyê ya Niştimanî ya Iraqê civîneke awarte li dar xist da ku rewşa xwepêşandan û çalakiyên li bajarê Besrayê were nîqaşkirin.

Hikumeta Iraqê bi ser xwepêşanderan de diçe
14 tîrmeh, 2018   13:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema ku bi sedan welatiyên Iraqê li hemberî hikumeta Iraqê derketin xwepêşandanan, Meclisa Ewlehiyê ya Niştimanî ya Iraqê bi tevlêbûna serokwezîr Heyder El-Ibad civîneke awarte li dar xist.

Meclisa Ewlehiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hikumeta Iraqê dê biryaran bide li dijî kesên ku derketin xwepêşandanan.

Duh xwepêşandan hatin lidarxistin û bi sedan welatiyên Iraqê êrîşî balafirgeha El-Necef a giştî kir û tevgera asîmanî rawestand. Di heman demê de çarçoveya xwepêşandanan berfireh dibe. 

Someriye News diyar kir ku tevgera xwepêşandanan bi qutkirina rê û girtina avahiyên tevgera asîmanî hetanî îro jî berdewam e, bi armanca zexta li ser hikumetê da ku daxwazên xwepêşanderan bi cih werin.