Îsraîl êrîşî Xezayê dike

Balafirên şer ên Îsraîlê piştî ku di saetên dereng ên şevê de êrîşên hewayî li ser herêmên cuda li Xezayê pêk anîn, vê carê jî di saetên nîvro de êrîşî navendên komên çekdar ên li Xezayê kir.

Îsraîl êrîşî Xezayê dike
14 tîrmeh, 2018   12:57

XEZA

Çavkaniyên ji Xezayê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê bi awayekî dijwar êrîş li ser navendên komên çekdar ên li Xezayê pêk anîn.

Her wiha artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku balafirên şer di van kêliyan de êrîşî Xezayê dikin. Artêşa Îsralîlê diyar kir ku êrîş bi armanca bersivdayîna ku fermandarekî wan duh birîndar bûbû, pêk hat.

Çavkaniyan diyar kir ku çekdaran bersiva topbaranê da û bi fûzeyan êrîş kir. Heta niha tu agahî der barê zirarên topbaranê de nehatine diyarkirin.

(bx/ew)

ANHA