Rêzkirina deynên serweriya Tirkiyeyê pileyekê daket

Rêzkirina deynên serweriya Tirkiyeyê ji ber lezbûna rêjeya mezinbûna darayî û encamên paşveçûna nirxa lîreya Tirkiyeyê pileyekê daket.

Rêzkirina deynên serweriya Tirkiyeyê pileyekê daket
14 tîrmeh, 2018   08:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa FITCH a rêzkirina geşbûnan diyar kir ku rêzkirina deynên serweriya Tirkiyeyê pileyekê daket û got ku metirsiyên li hemberî têkçûna aramiya aboriya giştî ya Tirkiyeyê zêde dibin.

Ajansê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku rêzkirina geşbûnê ya Tirkiyeyê ji BB+ daket BB û bi vê yekê deynên serweriya Tirkiyeyê bêtir hatin çespandin, ajansê rêzkirina wê di asoyên paşerojê de weke neyînî bi nav kir, ango dibe careke din dakeve.

Ajansê di daxuyaniya xwe de got ku atmosfêra darayî û rêjeya mezinbûna darayî bêtir dijwar dibe û daketina nirxa lîreya Tirkiyeyê zêde dibe.

FITCH destnîşan kir ku rastiya siyaseta aborî di van mehên dawî de têk diçe û di encama tedbîrên piştî hilbijartinên Hizêranê de bêtir mij bû.

Ragihandina FITCH a daketina rêzkirina deynên serweriya Tirkiyeyê piştî çend saetan ji lidarxistina civîna yekemîn a hikûmeta Tirkiyeyê ya nû bi serokatiya Receb Tayîp Erdogan pêk hat.

Çavdêr li hemberî nîşandeyên aborî yên neyînî xemgîniyên xwe tînin ziman û diyar kirin ku lîreya Tirkiyeyê li hemberî dolar ji destpêka sala 2018'an ve ji sedî 30 ji nirxa xwe winda kiriye. Her wiha rêjeya mezinbûna darayî ji sedî 15 derbas kiriye.