MSD'ê nêrînên xwe bi rêveberiya Kobanê re parve kir

Şandeyeke paya bilind a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) serdana avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Kobanê kir û nêrînên xwe bi endamên rêveberiyê re der barê gelek mijaran de parve kir.

MSD'ê nêrînên xwe bi rêveberiya Kobanê re parve kir
MSD'ê nêrînên xwe bi rêveberiya Kobanê re parve kir
MSD'ê nêrînên xwe bi rêveberiya Kobanê re parve kir
MSD'ê nêrînên xwe bi rêveberiya Kobanê re parve kir
MSD'ê nêrînên xwe bi rêveberiya Kobanê re parve kir
14 tîrmeh, 2018   09:05

KOBANÊ

Şandeya MSD'ê ji hevserokên MSD'ê Îlham Ehmed û Riyad Dirar û endamên serokatiya MSD'ê Ehmed Hiso, Emîne Osî, Endama Têkliyên Derve ya MSD'ê Zozan Elûş pêk dihat.

Şande ji aliyê hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê Enwer Muslim û Bêrîvan Hesen, Hevserokên Meclîsa Kantonê Mistefa Îto û Merwa Dirêhî, hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fayze Ebdî, Hevseroka Meclîsa Dadweriyê Nesra Xelîl û Hevserokê Desteya Têkliyên Derve Emîn Salih ve hate pêşwazîkirin.

Beşdaran gelek mijar û bi taybet amadekariya lidarxistina sêyemîn konferansa MSD'ê gotûbêj kirin. Herdu aliyan nêrînên xwe ji bo mijarên ku dê di konferansê de bêne gotûbêjkirin bi hevûdu re parve kirin.

ANHA