Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin

Komîteya Avê ya girêdyî Meclîsa Sivîl a Reqayê li gundê El-Esediyê yê girêdayî bakurê bajarêReqa, pumpeyek avê li heremê sererast kir, da ku av bighêje derdora 24 hezar kesan merasîmek lidar xist.

Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
Pumpa avê ku 24 hezar kesan sûd jê werdigrin hate sererastkirin
14 tîrmeh, 2018   08:26

REQA

Komîteya Avê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê pumpeke avê li gundê El-Esediyê yê 6 km  bakurê bajarê Reqayê sererast kir. Pumpa avê gelek gund û bajarokan bi av dike "gundê El-Esediyê bi herdû beşên wê, gundika El-Esediyê û Sarîko, heremên El-Rewdat ên rojava û rojhilat, gundê El-Yermûk, gundê Himdêd El-Ebdelah(El-Firat), devera dibistana ajokariyê, El-Salihiyê û heta bighêje goristana şehîdan a ku li gundê El-Hikumiyê dikeve û aliyê rojavayê devera Meyselûn jî di nav de.  

Di merasîma vekirin û xebitandina pumpa avê de gelek welatiyê heremê û endamên Meclîsa Gel a El-Esediyê amade bûn.

Di merasîma vekirinê de endamê Meclîsa Gel a El-Esediyê Ehmed El-Elî axivî û spasiya kesên ku li ser karê sererastkirina pumpa avê disekinîn kir.

Piştî axaftinan pumpa avê hate xebitandin.

Girêdayî mijarê Ajasa me ANHA'yê hevdîtinek bi endizyarê ku li ser karê pumpeyan disekine Fewaz Îsa El-Ibrahîmî re pêk anî. El-Îbrahîm wiha got: "me gelek ked da lê Meclîsas Sivîl a Reqayê jî alîkariya pêwîst bi me re kir heta ku me pump sererast kir. Em di karê xwe de berdewamin heta ku hemû pumpên avê bêne xebitandin. Nemaze gelek pump di serdema dagirkeriya komên çete de hatine dizîn û şikandin."

Li ser pirsgirêkên ku li hemberî wan derdikevin El-Îbrahîm da zanîn ku ew gelek zehmetiyan dikşînin û yek ji van astengiyan ew e ku çeteyên DAIŞ'ê mayîn çandine.

ANHA