Şandeyên Hemas û Cîhada Îslamî serdanên xwe li Qahîreyê bi dawî kirin

Şandeya Tevgera Cîhada Îslamî ku li ser daxwaza Misrê serdana Qahîre dike piştî ku bi serokê istixbarata Misrê re civiya û dosya lihevhatinê gotûbêj kir, serdana xwe bi dawî kir. Şandeya Tevgera Hemas jî ku ew jî serdana Misrê dike serdana xwe bi dawî kir.

Şandeyên Hemas û Cîhada Îslamî serdanên xwe li Qahîreyê bi dawî kirin
14 tîrmeh, 2018   08:12

GAZA

Şandeya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi serokatiya cîgirê sekretêrê giştî Ziyad El-Nexalê ku ev sê roj in li ser daxwaza Wezîr û serokê istixbarata giştî ya Misrê Ebas Kamil serdana paytexta Misrê Qahîreyê dike, îro serdana xwe bi dawî kir. Şandeyê di serdana xwe de rêbazên peydakirina lihevhatineke Filestînê û girêdesta sedsalê gotûbêj kir.

Şandeyê ji bo pêkanîna lihevhatina Filistînî gelek xal pêşniyar kirin. Yek ji van xalan xebatên ji bo pêkanîna yekîtiya Filistînê û parastina mafên kesan bêyî ku sedemên rêxistinî û siyasî di ber çavan re bêne derbaskirin. Her wiha piştgiriya berxwedana mafên rewa yên gelê Filistînê.

Şandeyê her wiha pêwîstiya bidawîkirina cezayên li ser herêma Gaza gotûbêj kirin û pêwîstiya xebatên ji bo hûnandina projeyeke siyasî ya Filistînê da ku hemû hêzên siyasî yên Filistînê beşdar bibin û hemû projeyên ku destdirêjiyê li mafên gelê Filistînê dikin red bikin û di nava wan de girêdesta sedsalê û ji Misrê xwest ku bi rola hevkarê gelê Filistînê rabe, ango ne weke navbênkar be.

Şandeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê sê civîn bi aliyê Misrê re lidarxistine û bi civîneke berfireh bi Ebas Kamil re tacîdar bû. Şandeyê diyar kir ku daxwaza Misrê ji bo bidawîkirina rewşa parçebûnê mezin e û aliyê Misrê piştrast kir ku dê bibe hevkarekî rasteqîn ji bo hemû xemgîniyên Filistîniyan û dê weke navbênkarekî tevnegere, çi di aliyê hundirîn de û çi jî di aliyê dijberiyên derve de.

Şandeyê piştrast kir ku aliyê Misrê tekez kir ku helwesta Misrê li hemberî mafên gelê Filistînê di avakirina dewleteke serbixwe de û paytexta wê Qudis zelal e û ne pêkan e bi rêbazekî din were çareserkirin.

Girêdayî mijara deriyê Refeh aliyê Misrê diyar kir ku derî dê vekirî bimîne û ti carî nayê girtin û dê hewl bide miqdara kehrebeyê ku ji herêma Gazayê re tê şandin zêde bike.

Li aliyekî din şandeya Tevgera Hemas a bi serokatiya cîgirê serokê buroya siyasî Salih El-Arûrî ku serdana Qahîre dike serdana xwe û civînên xwe bi Ebas Kamil re bi dawî kir.

Tevgera Hemas di daxuyaniyekê de diyar kir ku gotûbêjên berfireh û avaker pêk hatin û gelek mijar hatin gotûbêjikirin.

Misir niha di navbera aliyên Filistînê de bi rola navbênkariyê radibe û hewl dide lihevkirinekê di navbera wan de pêk bîne.

ANHA