Yekitiya Jinên Ciwan hemleya ‘Serî hilde’ berdewam dikin

Tevgera Jinên Ciwan a Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, kiryarên dewleta tirk a  ên li başûrê Kurdistanê û Efrînê şermezar kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan hemleya ‘Serî hilde’ berdewam dikin
13 tîrmeh, 2018   08:08

QAMIŞLO

Tevgera Jinên Ciwan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Medya Nimet veli pêşiya Navenda Şehîd Bewer a Yekitiya Ciwanên Rojava hate xwendin.

Daxuyaniya YJC`ê wiha ye:

“Ji beriya bi dehan salan ve gelê kurd li Kurdistanê bi serkêşiya dewleta tirk a dagireker di bin qirkirineke nîjadperestî de ye. Lê niha jî dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Efrînê jî berdewam dike û ne tenê gelên herêmê armanc digire lê belê hemû gelên ku li heremê dijîn, armanc digire.

Rastiya AKP`ê di kiryarên ku li ser gelên herêmê dihate meşandin de mîna qirkirina gelê kurd û meşandina hemû rêbazên hovane, lê bi rojan re kiryarên dewleta tirk a dagirker bi taybet li ser jinên kurd jî zêde bûye.

Artêşa tirk a dagirerk dest bi êrîşan li ser başûrê Kurdistanê kir û malên ku welatiyên sivîl lê dijîn, topebaran kir. Em jî van kiryarên hovane yên li ser  erd û gelê me li Kurdistanê tê meşandin şermezar dikin û bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin da ku li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê serî hildin û nehêlin dagirker derbasî erdê başûrê Kurdistanê bibin.

Armanca dewleta tirk a dagirker ew e ku hemû Kurdistanê dagir bike û demografyaya herêmê bide guherandin,  wekî ku çawa li Efrînê jî ev guhertin pêk anîn. Her wiha armanca wan kuştin û koçberkirina sivîlan e.”

Di dawiyê  pêwîste têkoşîn li hemberî çeteyên dewleta tirk a dagirker were bilindkirin û di bin slogana “Serî hilde” de seferberiya giştî were ragihandin hetanî Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji dagirkeran were rizgarkirin.

(ekîb)

ANHA